کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêneyê temsîlî /Wêne: Rûdaw Grafîk

Wêneyê temsîlî /Wêne: Rûdaw Grafîk

Cîhan

Rapor: Îhtimala ku Amerîka êrişî Îranê bike ji sedî 90 e

RÛDAW

RÛDAW

18-02-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW18-02-2026

Nûçeyên Têkildar

Amadehiya şer tê kirin û Trump vebijêrkên êrişa li ser Îranê dinirxîne
Cîhan08-10-2026

Amadehiya şer tê kirin û Trump vebijêrkên êrişa li ser Îranê dinirxîne

Trump li ser çarenivîsa şer axivî
Cîhan07-10-2026

Trump li ser çarenivîsa şer axivî

Dujarric ji Rûdawê re got: Peymana Siûdî û Pakistanê rola navbeynkariyê lawaz nake
Cîhan07-10-2026

Dujarric ji Rûdawê re got: Peymana Siûdî û Pakistanê rola navbeynkariyê lawaz nake

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Trump ji her demê zêdetir nêzîkî şerekî berfireh ê bi Îranê re bûye.

Medyaya Amerîkayê eşkere dike ku egera êrişa li Îranê ji sedî 90 e û du hefte dem dane Tehranê.

Malpera Axiosê ya Amerîkayê îro di raporekê de eşkere kir, piştî ku dan û standinên Cenevreyê nekarîn nakokiyên kûr û xetên sor ên Washingtonê çareser bikin, amadehiyên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê gihîştine asteke metirsîdar.

Li gorî raporê, hêza leşkerî ya Amerîkayê ku wekî "Artêşa Trump" tê binavkirin, niha du keştiyên balafirhilgir, 12 keştiyên şer, bi sedan balafir û çendîn pergalên parastina asmanî li xwe digire.

Her wiha li gorî zanyariyan, tenê di nava 24 demjimêrên borî de, 50 balafirên şer ên ji cureyên F-35, F-22 û F-16an gihîştine herêmê.

Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance jî ji Fox Newsê re amaje bi wê yekê kir ku tevî hinek bipêşveçûnên di dan û standinên li Cenevreyê de hene lê xetên sor ên Trump nehatine qebûlkirin.

Vance got, "Hinek xetên sor hene ku Serok Trump destnîşan kirine û Îranî heta niha ne amade ne wan qebûl bikin yan jî li ser wan bixebitin.

Di serê van xetan de ew tê ku divê Îran ti carî nebe xwedî çeka atomî.

Serok wî mafê xwe diparêze ku bibêje kengî dîplomasî gihîştiye dawiya xwe ya xwezayî.

Ez hêvî dikim em negihîjin wê xalê lê eger em bigihîjin, ev dê bi temamî biryara Serok be."

Yek ji şêwirmendên Trump ji Axiosê re ragihandiye, "Her çend hinek kes li derdora wî (Trump) hişyariya şer didinê  lê ez bawer im bi rêjeya ji sedî 90 em dê çalakiyên leşkerî bibînin."

Washingtonê du hefte dem dane Tehranê da ku pêşniyareke nû pêşkêş bike, eger na dê bijardeya leşkerî were hilbijartin.

Nûçeyên Têkildar

Amadehiya şer tê kirin û Trump vebijêrkên êrişa li ser Îranê dinirxîne
Cîhan08-10-2026

Amadehiya şer tê kirin û Trump vebijêrkên êrişa li ser Îranê dinirxîne

Trump li ser çarenivîsa şer axivî
Cîhan07-10-2026

Trump li ser çarenivîsa şer axivî

Dujarric ji Rûdawê re got: Peymana Siûdî û Pakistanê rola navbeynkariyê lawaz nake
Cîhan07-10-2026

Dujarric ji Rûdawê re got: Peymana Siûdî û Pakistanê rola navbeynkariyê lawaz nake

Pirsên