Koçber li bajarê koçberan daketin kolanan

18-02-2025
Sinan Tunçdemir
Koçberên New Yorkê /Wêne: Rûdaw
Koçberên New Yorkê /Wêne: Rûdaw
Nîşan New York Koçber Dersînorkirin
A+ A-

New York (Rûdaw) - Piştî biryarnameya Serokê Amerîkayê Donald Trump a dersînorkirina penaberan, hem xelkê New Yorkê û hem jî koçberên li New Yorkê ji bo çalakiyan derketin kolanan.

Li gorî biryarnameya nû, Amerîka dixwaze zêdetirî 11 milyon penaberan dersînor bike û polîsên penaberan (ICE) jî li seranserê Amerîkayê bi taybetî jî li bajarên ku penaberên zêde lê dijîn dest bi desteserkirinê û dersînorkirinê kiriye.

Li hemberî vê dersînorkirinê hem xelkê New Yorkê û hem jî penaberan dest bi protestoyan kirine ji bo parastina penaberan.

Ji ber ku ICE dikare penaberan ji dibistanan, dêran, nexweşxaneyan û li her derê desteser û dersînor bike.

"New York bajarekî koçberan e"

Welatiyê New Yorkê David Schmauch got, "Ev xwenîşandaneke piştgiriya bi penaberan re ye.

Em dixwazin ku polîsên penaberan (ICE) biryara Trump û serokşaredarê New Yorkê Eric Adams bi cîh neynin û penaberan dersînor nekin.

New York bajarekî koçberan e û bi keda wan ve girêdayî ye. Em li vir in ji bo parastina cîranên xwe yên penaber.

Em hemû bi rengekî din penaber in. Yanî her çend hûn li New Yorkê ji dayik bûbin jî, bav û kalên we penaber bûn."

"Em dixwazin derfetên ji me hatine standin li vir bi dest bixin"

Koçberekî ji Nîkaraguayê jî got, "Tenê derfetek pêwîst e ku em nîşan bidin ka penaber dikarin çi bikin.

Em dixwazin guherînan bikin. Em dizanin ku em dikarin baştir bikin eger ew derfetê bidin me.

Em ne sûcdar in. Kesên ku tên vî welatî li pey derfetên ku li welatê xwe winda kirine digerin.

Ew derfetên ku hikûmetên me ji me standibûn û em hatin vî welatî ku careke din wan bi dest bixin."

"Li New Yorkê kedeke mezin a koçberan heye"

Koçberê Latînî Luis Tejada jî wiha anî zinên, "Silav, navê min Luis e. Ez Koçber im û li New Yorkê dijîm. Armanca me ew e ku li dijî Trump dijberiyeke siyasî hebe.

Em dixwazin bi derxistina gelek kesan li kolanan koçberan biparêzin ji ber ku civaka koçberan pir girîng e û kedeke wan a mezin li New Yorkê heye.

Gelek kar û xebat bi saya koçberan bi rê ve diçin. Ji ber vê yekê em li vir in da ku bibêjin New York bajarekî stargeh e û piştgiriyê dide penaberan."

Li gorî amarên fermî, li New Yorkê zêdetirî 3 milyon penaber hene. Ji wan tenê 500 hezar bê belge û dokuman in.

New York bajarekî koçberan e û xelkê wê dibêje heta ku biryarnameya dijî penaberan neyê betalkirin ew ê çalakiyên xwe yên li kolanan bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst