Nêçîrvan Barzanî û Celeste A. Wallander li ser ‘gefên li Îraqê’ axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Alîkara Wezîrê Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî yê Pentagonê Celeste A. Wallanderê re hevdîtinek kir.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî rojên yekem û duyem ên kongreyê (16-17 Sibatê) bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kirin.

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê ên li Munîhê îro jî berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem a kongreyê de, destpêkê bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê ya bi pêşengiya Mike Turner re hevdîtinek kir.

Serokê Herêma Kurdistanê piştre jî bi Alîkara Wezîrê Karûbarên Ewlehiya Navneteweyî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Celeste A. Wallanderê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku “gefên li ser ewlehiya Îraqê û rewşa tevlihev a Rojhilata Navîn” bûne mijarên sereke yên civînê.

Nêçîrvan Barzanî û Celeste A. Wallanderê diyar kir ku ewlehî û Aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hemû herêmê girîng e.

Her du aliyan bal kişand ser egera berbalavbûna şerê li Xezeyê û wan anî zimên ku berbelavbûna şer ji bo herêmê gefeke ewlehiyê ye.

Barzanî û Celeste A. Wallanderê ragihand, “Divê Îraq nebe perçeyekî şerê li Rojhilata Navîn û giraniya xwe bide têkoşîna bi DAIŞê re.”

Naçîrvan Barzanî û Celeste A. Wallanderê di hevdîtina xwe de behsa wan êrişan kir ku li Îraqê hêzên Amerîkayê dikin hedef û wan anî zimên:

“Divê tevgerên ku ewlehî û aramiya welêt dixin bin metirsiyê werin astengkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, “Hevkariya Îraq û Amerîkayê ya di çarçoveya peymana stratejîk de” jî xaleke din a vê civînê bû.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe. Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe yên girîng de dibe dengê Herêma Kurdistanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes, Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein û Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.

Hevdîtinên Roja Sêyem

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de îro destpêkê bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê ya bi pêşengiya Mike Turner re hevdîtinek kir.