Şandeya Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevkarekî girîng e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê re hevdîtinek kir.
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.
Nêçîrvan Barzanî rojên yekem û duyem ên kongreyê (16-17 Sibatê) bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kirin.
Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê ên li Munîhê îro jî berdewam dikin.
Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem a kongreyê de, destpêkê bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê ya bi pêşengiya Mike Turner re hevdîtinek kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de mijarên wekî “Pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û dîyalogên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan” hatine gotûbêjkirin.
Şandeya Amerîkayê ragihand ku dê piştigirya ku Amerîka dide Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam bike.
Şandeyê herwiha da zanîn ku rêveberiya Washingtonê Îraq û Herêma Kurdistanê wekî şirîk û hevkarên girîng dibîne.
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Amerîkayê kir.
Li hêla din, “metirsiya terorê ya li herêmê û mijarên di berjewendiya her du aliyan de” hinek ji wan babetan bûn ku di vê civînê de hatin rojevê.
Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe. Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe yên girîng de dibe dengê Herêma Kurdistanê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî li Munîhê bi şandeyeke Kongreya Amerîkayê re hevdîtinek kir#MSC2024 #MunichSecurityConference
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 18, 2024
📹Serokatiya Herêma #Kurdistan'ê pic.twitter.com/kNPLuZ0xkA
Hevdîtinên Roja Yekem
Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.
Hevdîtinên Roja Duyem
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes, Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein û Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re civiya.