Li Holandayê alîkarî ji bo ziyandîtiyên erdhejê hat komkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Holandayê piştî bernameyeke hevbeş ên televîzyonên wî welatî ji bo qurbaniyên erdhejê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 90 milyon alîkarî hat komkirin.

Şevê din televizyonên Holendayê bi hevkarî bernameyekî taybet ji bo komkirina alîkariyan pêk anîn û zêdetirî 90 milyon Euro alîkarî ji bo deverên karesatê kom kirin.

Hunermenda xelka Hatayê Karsu Donmez, bi strana xwe bû sedema giriyê gelek temaşevanan. Wê bixwe 16 mirovên xwe di erdhejê de ji dest dane û bi çavên tije girî behsa wan kir.

Behsa peyama dotmama xwe a mirî kir ku hîna jî di telefona xwe de diparêze.

Dotmama wê jê re gotiye "Tu li ku yî?" ji ber vê yekê Karsu Donmez strana Neşet Ertaş a bi navûdeng ji bo dotmama xwe û hemû qurbaniyan got. Stran dibêje, dilê min li te digere, tu li ku yî?

Di dawiya weşanê de, zêdetirî 90 milyon Euro alîkarî hate komkirin.

Ji bo vê karesatê xeta alîkariya niştimanî "Giro555" kete kar ku ji sala 1984an ve kar pê nehatibû kirin.

Jinên Kurd û Tirk eprax û dolme û kade çêkirin, firotin û gihandin xeta alîkariyê Giro555.

Temamê bajar û bajarokan serê şexs euroyek alîkarî pêşkêş kir.

Hikûmetê bixwe jî 10 milyon dolar alîkarî dan û piştî weşana zindî a medyaya Holendî rêjeya alîkariya kombûyî 90 milyon euro derbas kir û pêşbînî ewe ku 100 milyonî jî derbas bike.

Wê ew pere bi hevkariya saziyên civaka sivîl ji bo xwarin, hewandin, germkirin û paqijiya qurbaniyên erdhejê were xerckirin.