Nêçîrvan Barzanî: Me civîneke berhemdar bi Seroka Komisiyona Ewropa re kir

18-02-2023
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê Nêçîrvan Barzanî Von der Leyen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Seroka Komisyona Ewropa Ursula Von der Leyen civiya û derbarê wê civînê de Barzanî got: “Me civîneke berhemdar bi Seroka Komisiyona Ewropa re kir.”

Di çarçoveya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 18ê Sibata 2023yan piştî nîvro bi Seroka Komisyona Ewropa Ursula Von der Leyen re civiya.

Nêçîrvan Barzanî piştî civînê di twîteke xwe de got, "Min bi Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Line re hevdîtineke berhemdar pêk anî."

Serokê herêma kurdistanê tekezî li ser mijara wê kombûnê kir û got, ku wan bi hev re behsa li pêşxistina peywendîyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Yekîtîya Ewropa re kirine. 

Ew kombûn di demekê de ye ku Nêçîrvan Barzanî îro di roja duyem çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de çend hevdîtin pêk anîne weke hevdtîina bi Wezîrê Derveyê Kuweytê û Wezîrê Derveyê Vatîkanê û berpirsê siyaseta derveya Yekîtîya Ewropa û şandeyeka parliyamenterên Almaniyayî re.  

Roja Înê 17-02-2023, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî ji bo beşdarbûna Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê çû Almanyayê.

Nêçîrvan Barzanî duh bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki, Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Celeste Wallander û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Abdurrahman Al Sanî civiya. Her wiha îro bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re jî hevdîtin pêk anî.

Konferans 3 rojan berdewam dike û Serokê Herêma Kurdistanê dê çend civînên din jî li kêleka wê saz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst