Nadya Mûrad: Divê Hikûmeta Iraqê ji bo vegera Êzidiyan, Şingalê ji nû ve ava bike

18-02-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Nadya Mûrad: Divê Hikûmeta Iraqê ji bo vegera Êzidiyan, Şingalê ji nû ve ava bike
Nadya Mûrad: Divê Hikûmeta Iraqê ji bo vegera Êzidiyan, Şingalê ji nû ve ava bike
Nîşan Nadya Mûrad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad li ser civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê re ragihand wê daxwaz kiriye ku alîkariya Kurdên Êzidî bike ji bo çarenivîsa windahiyên Şingalê. Wê got ku erkê Hikûmeta Iraqê ye ku Şingalê ji nû ve ava bike da ku Kurdên Êzidî vegerin cihên xwe.

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad roja Înê 17ê Sibata 2023an li bajarê Munchenê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Di hevpeyvînekê bi Nûçegîhana Rûdawê Ala Şalî de got, ew hewl dide ku bi Serokwezîrê Iraqê re jî bicive. Her wiha behsa naskirina Komkujiya Kurdên Êzidî di Parlamentoya Almanyayê de kir û anî ziman, “Ji bo me girîng bû, bi taybetî ku li Almanyayê zêdetirî 150 hezar Êzidî dijîn.”

Hevpeyvîna Rûdawê bi Nadya Mûrad re:

Rûdaw: Tû bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyayî. Civîna we çawa bû?

Nadya Mûrad: Me li vir panelek li dar xist û bi çend serkirde û siyasetmedaran re axivîn. Em bi Kek Nêçîrvan re jî axivîn. Pir girîng bû ku mijara Êzdiyan, Şingalê û herêmê bînin vir da ku ew bizanin ka çiqas kar [divê bê kirin] ji bo ku xelk vegerin cihên xwe. Berî du hefteyan ez li Şengalê bûm û min xelkê xwe dît ku gelê me ji bo jinûveavakirina malên xwe pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Min û Kek Nêçîrvan me zêdetir behsa wê yekê kir ku heta niha 2 hezar 800 Êzidî winda ne. Em dixwazin bizanin ka ew kes sax in yan çi hatiye serê wan. Çi hatiye serê keç, jin û zarokên Sûriyê ku hinek ji wan bi malbatên DAIŞê re li Tirkiyê ne. Em hêvîdar in ku alîkariya me bike û em bi hev re kar bikin û gelê me careke din bi rûmet vegerin malên xwe û di aramiyê de bijîn.

Rûdaw: We roja 31ê meha borî bi Angelina Jolie re serdana Şingalê kiribû. Jolie dixwaze ji bo Şingalê û Êzidiyan çi bike?

Nadya Mûrad: Dixwest biçe Şingalê û bi xwe bibîne ka jin û keçên me çiqasî rastî destdirêjiyê hatine û çiqasî pêwîstiya wan bi alîkarî û piştgiriyê heye. Kesên bi hêz vegeriyane cihên xwe lê dema vedigerin pêwîstiya wan bi alîkarî û piştgiriyê heye. Wê xwest ku bizane û peyama wan bigihîne cîhanê ku her çend ev çend sal in DAIŞ bi dawî bûye lê pirsgirêkên wan bi dawî nebûne û gelê wan di destê DAIŞê de mane. Em hêvîdar in ku Hikûmeta Iraqê alîkariya 150 hezar kesên ku vegeriyane Şingalê ku piraniya malên wan wêran bûne û divê bên avadankirin û dest bi jiyaneke nû bikin.

Rûdaw: Ji bo avakirina Şingalê û alîkariya Êzidiyan ti projeyeke we heye?

Nadya Mûrad: Em hewl didin, lê hin tişt hene ku li derveyî şiyana me ne. Pêdiviya herêmê bi ewlehî û aramiyê heye, pêwîstiya wê bi projeyên mezin heye, gelek kesan malên xwe winda kirine. Ev yek bi destê kesan nikare bê kirin û ev erka dewletê ye.

Rûdaw: Angelina Jolie bi xwe dixwest serdana Şingalê bike yan li ser daxwaza we bû?

Nadya Mûrad: Ji bo min gelekî girîng e ku mirov xwe Şingalê bibîne, xelk li ser navê me diaxivin. Em dixwazin kesên wek Angelina, siyasetmedar an jî kes û rêxistinên medyayê biçin û hest bi me bikin. Em dixwazin ku gel alîkariya me bikin û Êzidiyan û pirsgirêkên wan hîs bikin.

Rûdaw: Tu yê li vir Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bibînî?

 Nadya Mûrad: Em ê hewl bidin.

Rûdaw: Çiqas girîng bû ku Parlamentoya Almanyayê Komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir?

 Nadya Mûrad: Pir mezin bû lê bi rastî dereng ket. Ji bo me girîng bû ku em bibêjin tişta ku hat serê Êzidiyan jenosîd e û wê careke din neqewime. Di heman demê de ji bo me girîng bû ku gelê me were hîskirin û neyê jibîrkirin. Em dizanin ku li Almanyayê zêdetirî 150 hezar Êzidî dijîn û ew Almanya wek welatê xwe yê duyemîn dibînin.

Rûdaw: Hûn dê serkirdeyên din li vir bibînin?

 Nadya Mûrad: Me gelek tişt dîtin. Me hewl da ku peyama xwe bigihînin piraniya wan. Ne tenê li vir, li ku derê ji destê me bê em ê dengê xwe bidin bihîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst