Nêçîrvan Barzanî: Em giringiyê didin berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo yekkirina Pêşmerge

18-02-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî: Em giringiyê didin berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo yekkirina Pêşmerge
Nêçîrvan Barzanî: Em giringiyê didin berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo yekkirina Pêşmerge
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Munchenê pêşwaziya Cîgira Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlekariya Navdewletî Celeste A. Wallander kir. Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew giringiyê didin berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo yekkirina Pêşmerge.

Di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya li Almanyayê de, roja Înê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlekariya Navdewletî Celeste A. Wallander kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraq û Herêma Kurdistanê, şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê hat gotûbêjkirin.

Wallander dupat kir ku Amerîka dê berdewam be li ser hemû alîkarî û piştevaniya pêwîst bo Iraq û Herêma Kurdistanê heta nehîştina metirsiya DAIŞê di çarçoveya rêkeftina stratejîk a ligel Iraqê de.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hevkarî û piştevaniya rêveberiya Amerîkayê ya li şerê dijî terorîstan li Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo serxistina proseya çaksaziyê di nava Wezareta Pêşmerge de û ji bo yekkirina Pêşmerge pêwîst û girîng e.

Di hevdîtinê de rewşa navçeyê, giringiya karkirina bi hev re ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê û çend mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê

Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya îsal de şerê Rûsya û Ukraynayê, peywendiyên di navbera Rojava û Çînê de, dabînkirina enerjî û ewlehiyê, ewlehiya xorakê, berfirehkirina hevpeymaniya NATOyê, peydakirina çîpan, lêçûnên parastinê, qeyranên keşûhewayê, rêziknameya teknolojiyê û ewlehiya sîber were nîqaşkirin.

Konferansa ku wê îsal cara 59emîn bê lidarxistin û wê heta 19ê Sibatê bidome, wê li Otela Bayerischer Hof a Munchenê bê lidarxistin.

Îsal zêdetirî 40 serokên hikûmet û dewletan û nêzî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdarî konferansê bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Polandê Andrzej Duda, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî di nav de zêdetirî 40 serokên dewlet û hikûmetan û herwiha nêzîkî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdar dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst