Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Ermenistanê civiyan

18-02-2023
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser pêwendiyên her du aliyan civiyan.

Di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya ku li Almanyayê tê lidarxistin de, roja Înê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de peywendiyên Ermenistanê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di her warî de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berfirehkirina danûstandinên bazirganî di navbera her du welatan de kirin.

Her du aliayan bal kişandin ser rewşa dîasporaya Kurd li Ermenistanê û dîasporaya Ermenî ya li Herêma Kurdistanê û bal kişandin ser peywendiyên kevnar ên di navbera her du neteweyan de. Serkirdeyan her wiha behsa pirsgirêkên li pêşiya Herêma Kurdistanê, Ermenistan û navçeyê jî kirin.

Barzanî û Paşînyan her wiha tekezî li ser girîngiya karkirina hevbeş ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û jihevtêgihiştinê kirin.

Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê (MSC 2023) ku tê de dê di derbarê pêşeroja ewlehiya Ewropayê de peyamên girîng werin dayîn, roja Înê bi pêşengiya şerê Ukraynayê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî konferansê dibe.

Nêçîrvan Barzanî dê li gel hejmarek serok, siyasetmedar, dîplomat û senatorên beşdarî konferansê bibin bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst