Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî bo Lubnanê hat vexwendin
Munchen (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo beşdariya di Konferansa Ewlekarî ya Munchen 2022 de li Almanyayê ye, îro li gel Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî civiya. Di civînê de Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî vexwend Lubnanê.
Îro Înê 58mîn Konferansa Ewlekarî ya Munchenê (MSC 2022) destpê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwendina fermî Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê, Wolfgang Ischinger di konferansê de beşdar e.
Nêçîrvan Barzanî îro di kevana konferansê de bi berpirsên hejmarek welatan re hevdîtin pêk anî. Yek ji civînên îro yên Serokê Herêma Kurdistanê li Munchenê, hevdîtina wî bi Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî re bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di civînê de her du aliyan behsa pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û proseya siyasî, hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, emnî û aboriya Lubnan û peywendiyên Lubnanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, “xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Lubnanê anî ziman û bal kişand li ser amadebûn û kar û çalakiyên revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê ku di çendîn warên cuda de çalak in.”
Li gor daxuyaniyê, “Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî bi kurtî behsa rewşa siyasî û aborî ya Lubnanê û gefên li ser welatê xwe kir û tekezî li ser xwesta Lubnanê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Necîb Mîqatî di vê hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî vexwend Lubnanê.
Di hevdîtinê de rewşa penaberan li Lubnan û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên şerê dijî DAIŞê û rewşa navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.