Antonio Guterres: 130 welat ji vaksîna coronayê bêpar in

18-02-2021
RÛDAW
Nîşan Antonio Guterres Neteweyên Yekgirtî Vaksîna Conanayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, rexne li şêweyê ne yeksan yê belavkirina vaksîna coronayê kir û got, heta niha130 welat ji vaksînê bêpar in. Guterres dixwaze planeke gerdûnî were amadekirin.

Antonio Guterres dibêje, vaksîna coronayê bi awayekî wekhev û yeksan nayêne belavkirin. Sekreterê Giştî yê NY ev gotin di rûniştina Encumena Ewlekariyê ya taybet bi coronayê de kirin û got ji sedî 75ê derziyên ku têne berhemanîn diçin 10 welatan bi tenê û heta niha yek doz vaksîn negihiştiye 130 welatan.

Guterres diyar jî kir ku ezmûneke exlaqî ya mezin di pirsa belavkirina vaksînê de bi awayekî yeksan li ber komelgeha navdewletî ye.

Guterres bang li welatên pêşketî kir ku kampanyayeke gerdûnî rêk bixin û welatên G20 serkêşiyê bikin. Li gorî Guterres, divê temamê welatên ku bikaribin di berhemanînê de beşdar bin, tevlî vî karî bibin. Sibe wê di civîna G7 de gava yekemîn ji bo vê projeyê were avêtin.

Di Civîna Encumena Ewlekariyê de pêşniyara dabînkirina vaksînê ji bo 160 milyon kesên li deverên şer û nakokiyan hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst