Moskow: Li Suriyeyê divê mafê Kurdan were parastin

18-02-2019
RÛDAW
Nîşan Moskow Sûriye Maf Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov got: “Li Sûriyeyê Mafê Kurdan ê jiyanê heye û ji bo damezirandina Sûriyeya siberojê divê ev mafê Kurdan were parastin.”

 

Berdevkê Koşka Kremlînê ya Rûsyayê Dmitriy Peskov di hevdîtinekê de di derbarê siberoja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de hin nirxandin kirin.

 

Peskov, pêwîstiya parastina mafê Kurdan li Sûriyeyê destnîşan kir û got: “Li Sûriyeyê mafê Kurdan ê jiyanê heye û ji bo damezirandina Sûriyeya siberojê, divê ev mafê wan were parastin.”

 

Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov amaje bi tekoşîna li dijî terorê kir û anî ziman ku weke Rûsya, ew li dijî hemû cûreyên terorê ne û got: “Em yek ji wan welatan e ku ji ber terorê êş û janên mezin kêşane. Em endîşeyên Tirkiyeyê baş fêm dikin, lê belê ji aliyê din ve Kurd, bi sedan sal in li ser axa Suriyeyê dijîn û mafê wan e ku bijîn. Ji bo damezirandina Sûriyeya siberojê, divê ev mafê Kurdan were parastin.”

 

“Stenbolê dest bi axaftina Erebî kiriye”

 

Derbarê wan penaberan de ku ji Sûriyeyê koçî welatên cîran kirine jî Peskov, çavdêriyên xwe yên serdana Stenbolê ya beriya çend mehan anî ziman. Peskov got: “3-4 meh berê ez çûme Stenbolê. Demeke dirêj bû ku min serdana Stenbolê nekiribû. Di vê serdanê de tiştekî bala min kêşa. Stenbolê dest bi axaftina Erebî kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst