Rio dîsa rengîn bû

 

Navenda Nûçeyan – Li Brezîlya karnavala Rioyê dê îro bi ahengên rengîn dawî bibe.

Îsal jî ji welatên cuda gelek hûnermend, stranbêj, modelîst û werzîşkarên navdar beşdarî karnavala Rioyê bûn.

450 sal in karnavala Rioyê tê lidarxistin. Raboriya karnavalê ji dîroka serxwebûna Brezîlyayê tê. Karnavala îsal 13ê Sibatê dest pê kirî bû.

Hat gotin ku derdora milyonek geştiyar tevlî karnavala li bajarê Rio de Janeiro bûne.