Amerîka: Vê gavê tenê dîplomasî dikare kirîza Sûriyê çareser bike

 

Hewlêr (Rûdaw) – Koşka Spî ya Amerîka ragihand, rêbaza herî baş bo çareserkirina kirîza Sûriyê rêyên dîplomatîk e çimkî vê gavê ti rêbazên leşkerî di bernameya karê Amerîka de nîne.

 

Hikûmeta Amerîka îro di daxuyaniyekê de ragihand, bo çareserkirina kirîza Sûriyê piştgiriya hewlên dîplomatîk ên mîna civîna Cenêvê dikin çimkî ya herî baş ew e ku pirsgirêkên wî welatî bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin.

 

Derheqê îhtimala bikaranîna rêbazên leşkerî li dijî rêjîma Sûriyê de jî Koşka Spî ragihand, vê gavê ti rêbazeke leşkerî bo Sûriyê nafikirin.