Swêd mercên wergirtina welatînameya xwe zehmettir dike

Dusseldorf (Rûdaw) - Swêd ji meha dehan a sala borî ve rêbazên tundtir ji bo dayîna welatînameyê girtine ber xwe.
Ji ber vê yekê, wekî ku di daneyên Daîreya Koçberiyê ya Swêdê de xuya dike, sala 2024an kesên kêmtir li gorî sala 2023yan welatînameya Swêdî wergirtine.
Sala 2024an, bi tevahî 65 hezar û 591 kes bûne xwediyê welatînameya Swêdê, sala berê hejmar 68 hezar û 168 kes bû.
Her wisa kesên ku mafê penaberiyê wergirtiye, ji nêzîkî 17 hezar kesî daketiye 15 hezar û 500 kesî.
Bingeha sereke ya rêbazên tund ên Swêdê ji bo dayîna welatînameyê ew e ku nabe ew kes gefê li ser ewlehiya neteweyî ya Swêdê çêke.
Her wiha ew jî hatiye çespandin ku heke kesek welatînameya wî jê bê standin, carekê din nikare wergire.
Daîreya Koçberiyê ya Swêdê ragihandiye ku ji destpêka meha sêyem a îsal ve dê rêbazên tundtir di sîstema koçberiyê de bên girtin, da ku wekî ku daîreyê ragihandiye rê li ber wê were girtin ku sîstema koçberiyê ya Swêdê bi xerabî were bikaranîn.