Brîtanya: Êrişa li Hewlêrê nayê qebûlkirin

18-01-2024
Nîşan David Cameron Mesrûr Barzanî Davos Hewlêr Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron got, “Êrişa li Hewlêrê binpêkirina serweriya Îraqê ye û nayê qebûlkirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosa Swîsreyê civiyan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku David Cameron êrîşa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kiriye û wekî “binpêkirina serweriya Îraqê” bi nav kiriye.

Li gorî daxuyaniyê David Cameron aniyê zimên ku “Ji bo êrişkirina serweriya Îraqê ti hincet nîne û ev êrişa Îranê nayê qebûlkirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Barzanî û Cameron li ser têkoşîna bi terora DAIŞê re hevra ne.

Herwiha di vê hevdîtinê de mijarên wekî, “xurtkirina pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û dabînkirina mafên aborî yên Herêma Kurdistanê” hatine nirxandin.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst