Almanyayê derbarê parlamenterê AK Partiyê de lêpirsîn da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Dusseldorfê, ji ber gotinên wî yên “nefretê” (kîn) ku li Almanyayê kiribûn, derbarê Parlamenterê AKPê Mustafa Açikgoz de lêpirsîn da destpêkirin.

Parlamenterê AKPê yê Nigdeyê Mustafa Açikgoz, 13ê Çileya 2023ê di civîna komeleyeke nijadperestên Tirk de ya ser bi MHPê li bajarê Neussê yê Almanyayê gef li endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û endamên Cemaeta Gulen ên li Almanyayê xwaribûn û gotibû: “Çawa me li Tirkiyê mafê jiyanê neda wan, em li Almanyayê jî mafê jiyanê nadin wan. Bi ku dera cîhanê ve birevin em dê rêxistinên terorê yên PKK û FETOyê (Cemaeta Gulen) xilas bikin.”

Gotinên Açikgoz di navbera Almanya û Tirkiyê de bûn sedema qeyraneke mezin. Piştî Wezareta Derve ya Almanyayê, ji ber gotinên Açikgoz ên “nefretê” bang li Balyozê Tirkiyê yê Berlinê kir û hişyariyeke tund da Tirkiyê, vê carê jî Dozgeriya Dusseldorfê, ji ber gotinên “Em mafê jiyanê nadin wan” derbarê Açikgoz de lêpirsîn da destpêkirin.

Berdevkê Dozgeriya Dusseldorfê da zanîn ku derbarê çalakiya Açikgoz beşdar bûye de lêpirsîn hatiye destpêkirin û dê bê tespîtkirin ka gelo axaftinên wî tawan in an na. Polîsê Neussê jî dibêje, derbarê parlamenterê AKPê de 4 kesan gilî tomar kirine.

Wezareta Derve ya Almanyayê, doh 17ê Çileya 2023ê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku “Balyozxaneya Tirkiyê” bo Wezareta Derve hatiye bangkirin û hişyarî bo Enqerê hatiye dayîn ku çalakiyên weke bajarê Neussê dubare nebin. Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de got: “Eger nûnerên Tirk rêkarên lîstikê cîbicî nekin, em dê encamên vê yekê binirxînin.”

Li gor yasayên Almanyayê, piştî ji hilbijartinan re 3 meh bimînin rê nayê dayîn ku siyasetmedarên Tirk mîtîng û çalakiyan saz bikin. Eger berpirsên Dewleta Tirk û nûnerên hatine hilbijartin bixwazin mîtîngan saz bikin divê ji hikûmeta Almanyayê destûrê werbigrin.

Sala 2017an dema referandûma guhertina destûra Tirkiyê jî di navbera her du welatan de krîzeke mezin çê bûbû û Almanyayê çalakiyên wezîrên AKPê li welatê xwe qedexe kiribûn.