Heiko Maas: Azadî hatine sînordarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku dewletê ji ber pandemiyê gelek maf û azadiyên serekî yên hemwelatiyan sînordar kiriye, divê ji niha û pê ve ew kesên ku derzî li xwe dane bikaribin biçin restorant, kafê û sînemeyan.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ku kesên ku derzî li xwe dane, li derve ji bo kesên din metirsiyê çênakin.

Heiko Maas diyar kir, ji bo barê nexweşxaneyan giran nebe, dewletê di dema pandemiyê de mafên serekî sînordar kirin û got: “Niha jî em nizanin ka ewên ku derzî bikar anî ne, çi bandorê li ser kesên din dikin. Lê em dizanin ku vîrusê belav nakin. Di vê rewşê de rê vedibe ku rênima bêne sistkirin.”

Maas dibêje, dewletê restorant, sîneme, şano û muzexane jî girtin, mafên wan sînordar kirin, niha mafê wan kargehan heye ku deriyê xwe vekin û ew dikarin deriyê xwe li ber kesên vaksînkirî vekin, ji ber ku ev kes êdî ne metirsêdar in.

Herwiha li gorî Wezîrê Derve yê Almanya, serbestkirina kesên derzîkirî, li gorî destûrê ye jî û dê tu bandora wê ya xerab li ser rêvebirina karê xizmetguzariyê nebe.

Piraniya wezîrên kabîneya Merkel, li dijî vê daxuyaniya Maas derdikevin û dibêjin wê ev yek bibe sedema cudaxwaziyeke ne rewa di nava civakê de.