Li Tûnisê hilbijartinên parlamentoyê birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Ev der Tûnis a paytexta Tûnisê ye. Îro hilbijartina parlemanê birêve diçe û 9 milyon kes mafê wan ê dengdanê heye.

Nişteciyê Tûnisî Omer anî ziman, “Girîngtirîn tişt ji bo gelê Tûnis ew e ku deng bidin. Eger ev hlbijartin serkeftinê bidest neyne, dibe rewş weke berê lê bê, plana min heye bi awayekî azad û zelal deng bidim.”

Hezar û 58 berbijêr rikeberiyê ji bo dagirtina 161 kursiyên parlemanê dikin. 5 partî beşdariyê di hilbijartinê de dikin û 12 partiyan jî boykot kiriye. Gavên vê dawiyê yên serokê Tûnisê, sedema sereke ya nerazîbûna wan partiyan e.

Welatî Fewziye Tilîlî got, “Gelek berbijêr tên û daxwaz dikin em deng bidin wan. Dema em deng didine wan û dibine parleman, sozên xwe dişkînin. Ew ên berê soz dan ku kar ji zarokên me re bibînin û rêyan çak bikin lê ne rast bûn.”

Qeys Seîd, serokê Tûnis, bi rêya giştpirsiyê ku, 25ê Tîrmeha îsal birêve çû, destûr serast kir û desthilatên xwe zêde kirin.

Li gorî destûra nû, serok bi xwe serokwezîr, wezîran û serokê parlamentoyê diyar dike. Serokê welat çavdêriya hikûmetê dike û ti dezgeh nikare lêkolînên bi wî re bike.

Ew a ku bi Bihara Erebî naskirî ye, sala 2011yan ji Tûnisê dest pê kir, û encama wê, bidawîanîn bû bi desthilata Zeyn El-Abidîn, serokê wê demê yê wî welatî.

Beşek ji Tûnisiyan dibêjin, tiştê ku aniha Qeys Seîd dike, gav avêtin e bi arasteyî bihêzbûna pêgeha xwe, weke Zeyn El-Abidîn, tometek ku serokê welat wê red dike.