Du Kongresman: Kiryarên Tirkiyê destkeftên şerê DAIŞê xistine metirsiyê

17-12-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Eliot Engel Michael McCaul Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du endamên bilind ên Kongresê daxuyaniyek li ser Tirkiyê belav kirine û dibêjin, kiryar û tevgera şerxwaz a Enqerê destkeftên şerê dijî DAIŞê xistiye metirsiyê.

Serokê Lijneya Derve ya Encûmena Nûneran Eliot Engel û Endamê Encûmena Nûneran ser bi Partiya Komarî Michael McCaul di daxuyaniyeke hevbeş de dibêjin: “Em gelekî nîgeran in ji tevgera şerxwaz a Tirkiyê ku gef e bo ser peywendiyên me yên dîrokî yên dualî, gef e bo ser NATOyê û navçeyê bi awayekî giştî.”

Herdu endamên Kongresê dibêjin, ew kiryarên Tirkiyê ku dibin sedema nearamiyê, divê bersiva wan bê dayîn û pêwîst e Amerîka ligel NATO û hevpeymanên xwe yên Ewropî kar bike û hemû şiyana xwe bikar bînin daku Tirkiye ji wan kar û tevgerên xwe poşman bibe.

Di daxuyaniyê de amaje bi wan kiryarên Tirkiyê hatiye dayîn ku bûne cihê nîgeraniya herdu endamên Kongresê, ji wan kirîna S-400 ji Rûsyayê, operasyonên serbazî yên Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û dibêjin, destkeftên Amerîka û hevbeşên lokalî dixin metirsiyê ku di şerê DAIŞê de hatine bidestxistin û rewşa mirovî jî xirabtir dike.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku destê Erdogan di xweşkirina şerên din de jî hebûye û kirêgirtî ji Sûriyê şandine Lîbya û Nagorno-Karabaxê.

Li rojhilatê Deryaya Spî jî, ew avên ku Yunanîstana endamê NATO û Qubris ê xwe dibînin û navçeya cihê nakokiyê ye, Tirkiye bi pey hîdrokarbonê de digere. Herdu Kongresman dibêjin, Erdogan bi eşkere mêvandariya terorîstên ser bi Hemasê kiriye, ligel çendîn kesên din ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ne.

Herdu endamên Kongresê gazinan ji proseya demokrasiyê ya li Tirkiyê dikin û dibêjin, Erdogan destê xwe bi ser saziyên demokrasiyê yên welat de zal kiriye, dadgeha serbixwe ya Tirkiyê xistiye jêr bandora xwe û bi tawanên bê bingeh jî êrîşê dibe ser tîmê konsulxaneya wan a Stenbolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst