Youtube li Tirkiyê dê nûnerek xwe damezrîne

Hewlêr (Rûdaw) –  Platforman Medyaya Civakî YouTube ragihand ku ji bo ku li Tirkiyeyê nûnerekî yasayî yê herêmî bê damezrandin xebatên xwe dane destpêkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, di daxuyaniya Youtubê de hat gotin ew kompanî girîngiyê dide azadiya derbirrînê û xwe gihandina agahiyan, li welatên ku lê kar dike jî her tim hesas tevdigere ku guh bide yasayên wan welatan. 

Youtubê diyar kir ku yasaya derbarê medya a bi hejmara wê 5651 e bi hurgilî lêkolîn li ser kirine ku ji bo platformên civakî berpirsyariyên nû hatin rojevê.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ev berpirsyarî ji hemû aliyan ve hatin lêkolînkirin û daxuyaniyê wiha dewam dike: “Em dizanin Youtube li Tirkiyê ji bo bikarhêneran û yên naverokan amade dikin çiqas girîng e. Em van xebatên xweser di Youtubê de dişopînin. Bi vê hişmendiyê me biryar da ku li Tirkiyeyê nûnerekî yasayî yê herêmî yê li gor rêbazên Youtubê tevbigere bê erkdarkirin. Me ev biryar bi rayedarên Tirkiyeyê re parve kir û em ji ber vê biryarê kêfxweş in.”

Tirkiyê platformên torên civakî ceza kiribû

Li Tirkiyê roja 1ê Cotmeha îsal Yasaya Medyaya Civakî ketibû warê cîbicîkirinê û li gorî wê yasayê pêwîst e kompaniyên medyaya civakî nûneran li Tirkiyê destnîşan bikin. Torên medyayê civakî yên weke Facebook, Instagram, Twitter, Periscope, YouTube, TikTok, Pinterest, LinkedIn û Dailymotion ji ber ku nûneratiyên xwe li Tirkiyê venekiribûn ji aliyê wî welatî ve hatibûn cezakirin.

Platformên ku heta niha nûner destnîşan nekirine, her yekê bi 30 milyon lîre ango 3 milyon û 816 hezar dolar hatine cezakirin.

Temamê kompanî û platformên ku li gorî yasaya nû, nûner û nûneratiyên xwe li Tirkiyê venekirine, roja 4ê Mijdarê her yekê bi 10 milyon lîreyan hatibûn cezakirin. Di vê çarçoveyê de Facebook, Instagram, Twitter, Periscope, YouTube, TikTok, Pinterest, LinkedIn û Dailymotion hatine cezakirin.

Li gorî zanyariyan, eger ev kompanî piştî cezayê duyemîn jî di nava 30 rojî de nûneratiyên xwe venekin wê êdî wergirtina reklaman li wan were qedexekirin.

Piştî vê jî ku helwesta wan nehate guhertin, dê belavbûna wan ji sedî 90 were tengavkirin.

Roja 1ê Cotmehê dema ku yasa kete warê cîbicîkirinê, Saziya Teknolojiyên Zanyarî heta 2ê Mijdarê dem danîbû pêşiya kompaniyan ji bo ku nûnerên xwe diyar bikin.

Facebookê eşkere kiribû ku ew dê li Tirkiyê nûner destnîşan neke. Kompaniya Rûsî, VK nûnerê xwe daniye.