SERÊ SALÊ - Ji bo xemilandina paytext 10 milyon dolar
Moskow (Rûdaw) – Li Moskow amadekariya Cejna Serê Salê destpê bûye. Karmendên şardariyê li park û meydanên bajêr karên venandina darên Noel û panoyên dekoratîv didomînin.
Li navendên pêşangehan, ji bo kirîn û firotina dîyariyên Serê Salê, bazarên taybet têne organîzekirin. Di vê bazarê de bi giranî berhemên ji herêmên cuda yên Rûsyayê, hem têne pêşandan, hem jî têne firotin.
Ji kiriyaran re herî zêde diyariyên bi şêwazên Matryoşka, Dara Noel, Kalê Noel û tîmsalên çîrokî yên rûsî têne pêşkêşkirin. Qurabiyên bi hingiv, cureyeke şîraniya rûsan e, ku ji serdemên kevnar de, ji bo cejnan têne patin.
Firoşkarê şîraniyê Tatyana dibêje; “Qurabiyên min bêyî madeyên kîmyewî, bêyî reng û bêyî hevîrtirşk hatiye çêkirin. Tenê bi ard, hingiv, rûn, û hêk hatiye strandin û serê wan jî bi krema û çikolataya resen hatiye xemilandin. Her weha kakilê guzê û çerez jî hatiye bikaranîn. Em hêj nû hatine vê bazarê, firotin kêm e, lê ez hêvî dikim rojên briya Serê Salê dê baştir bibe… "
Bê guman, herî zêde baldarî bi navenda Moskow tê dayîn. Dekorasyona herî xweşik û Dara Noelê ya herî şox ji bo derûdora Kremlînê hatine hilbijartin. Lewre piranîya geştiyar û şêniyên bajêr di rojên betlane yên Serê Salê de li vê derê kom dibin.
Efser Nîkolay jî dibêje; “Karên avakarî baş diçe. Emê dê dîsa bên û bigerin û binêrin, ka çawa ava kirine… Elbete, bajêr pir ciwan dibe. Ya giring w e, ku hewa bin sifrê de be, da ku zarok bikaribin bişemitin. Waye, li wir girik jî çê dikin, dibe ku emê werin û bişemitin. "
Wekî her sal, vê carê jî Şaredariya Moskowê li hemû park û meydanan bazarên kevneşopî yên dekoratîv ava dike. Avakirina sehneyeke taybet a ji bo pêşandana temaşeyên ser qeşayê, êdî ber bi dawiyê ve diçe. Hosteyên dekorasyonê ji bo şemitîna zarokan kelehekî ji qeşayê ava dikin.
Mamosta Mariya dibêje, “Gelek xweşik xemilandin e, bi taybetî kolanên navendî pir ciwan in. Êvaran hîn xweşiktir dibe bajêr. Em ji bajarê Korolyovê hatine. Zarokno, bi xwe we hat? "
Îsal, tenê li Moskowê dê zêdetir ji 50 Darên Noelê bêne venandin û xemilandin. Salane ji bo xemilandina Paytexta Rûsyayê bo Serê Salê zêdetir ji 600 mîlyon ruble, an ku nêzî 10 mîlyon dolar tê xerckirin. Ji bilî xemilandinê, li her park û meydanê jî bernameyên şahî yên cuda cuda têne amadekirin.