Erdogan û Serokkomarê Almanyayê Steinmeier civiyan

17-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokkomarê Almanyayê li Berlîna paytexta Almanyayê civiyan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi serdanekê çû Almanyayê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier li Berlînê civiyan.

Erdogan li Balafirgeha Brandenburgê ya Berlîna paytexta Almanyayê ji aliyê rayedarên Almanya û Balyozê Tirkiyeyê yê Almanyayê Ahmet Başar Şen ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun, Serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û çend berpirsên din ên Tirkiyeyê bi Erdogan re ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe de destpêkê serdana Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier kir û pê re civiya.

Biryar e piştî ku şandeyên her du welatan civiyan Erdogan bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re jî bicive û piştî civînê jî daxuyaniyeke hevbeş were dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst