Encûmena Ewropî: Divê mafê koçberên ser sînorê Belarûsê bê parastin

17-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyara Encûmena Ewropî ya Mafên Mirov serdana navendeke hevkariya koçberan a ser sînorê Belarûs û Polandayê kir û got: “Tişte li ser sînor dibînin kêşexulqêner e, kişandina jan û êşa wan kesan ne tişteke ku were paşguhxistin.”

Komisyara Encûmena Ewropî ya Mafên Mirov Dunja Mijatovic di hevpeyvîneke televizyonî de tekez li parastina rûmet û mafên mirovî yên xelkê ser sînor kir. Axaftina Mijatovic di demekê de ye ku doh Sêşemê hêzên emnî yên Polandê bi gaza rondikrêj û avê koçber belav kirin, koçberan jî bi keviran bersiva wan hêzên dank u nahêlin sînorê Polandê bibezînin.

Koçberên ser sînorê Polandayê di rewşeke xirab de ne, civaka navdewletî bo wan bêdengiya xwe şikandiye, lê heta niha çareseriyek bo wan nehatiye dîtin, Polanda bi ti awayekî neamade ye rê li ber wan koçberan veke ku derbas bibin, koçber jî naxwazin vegerin wan cihên jê hatine. Vê jî wiha kiriye ku herdû alî, Polanda û Belarûs artêşên xwe bînin ser sînor ku metirsiya pevçûnê çêkiriye.

Derbarê rewşê de Komisyara Encûmena Ewropî ya Mafên Mirov Dunja Mijatovic got: “Tişta dibînin û ya heye û hatiye dîtin, gelekî kêşexulqêner e, êş û janê dibînin mijareke nabe çav jêre bên girtin, armanca me her sînorek e yan her cihekî cîhanê. Lewra bibêjin, bo me girînge bibînin ew rewş bê çareserkirin. Bêguman ev gelekî siyasî ye, rewşeke hestyar e. Lê di heman demê de divê rûmet û mafên mirov û yasayên navdewletî li ber çav bigrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst