Olaf Scholz: Em dê koçberên tohmetbar vegerînin

 Bruksel (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li ser koçberan got, “Ewên tohmetbar nikarin li welatê me bimînin û em dê wan bişînin.”

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivandin.

“Nikarin li welatê me bimînin”

Olaf Scholz da zanîn ku ew rê nadin koçberên tohmetbar li Almanyayê bimînin û anî zimên:

“Ewên tohmetbar nikarin li welatê me bimînin û em dê wan bişînin.

Ji bo şandina wan pêdiviya me bi pêwendiyên dîplomatîk nîne.”

Scholz amaje pê kir ku wan çend koçberên Efxan ên tohmetbar vegerandine welatên wan.

Li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ya "Bêyî asayîkirina pêwendiyan û pêwendiyên dîplomatîk bi Şamê re çawa dikarin penaberan bişînin Sûriyeyê? Scholz wiha bersiv da:

"Em hewl didin şandina tawanbaran garantî bikin. Pirsa ku we derbarê de kiriye ne merc e."

"Zêdetirî salekê ye ku Awisturya hewl dide"

Li aliyê din Awisturya jî yek ji wan welatan e ku dixwaze penaberên Sûriyeyê vegerîne.

Li heman mijarê Serokwezîrê Awisturyayê Karl Nehammer jî ji Rûdawê re axivî û got:

"(Şandina penaberên Sûriyeyê) Xaleke giring e. Zêdetirî salekê ye ku Awisturya hewl dide yekdengiyekê ava bike ji bo bikaribe koçberan vegerîne Sûriyeyê."

Li ser dersînorkirina pebanerên Efxan jî Nehammer wiha axivî:

Bi heman awayî, divê em di paşerojê de dersînorkirina koçberan ji bo Efxanistanê bifikirin."

"Sûriye bi ewle ye"

Her wiha Karl Nehammer Sûriyeyê wekî welatekî “ewle” bi nav kir û wiha pê de çû:

"Ji gelek aliyan ve Sûriye bi ewle ye, çima? Ji ber ku ji Lubnanê penaberên Sûriyeyê li aliyekî û Libnanî ji aliyê din ve diçin Sûriyeyê û ew der ewletir e.

Ew jî nîşana wê yekê ye ku penaber dikarin bên dersînorkirin.

Li aliyê din Nehammer diyar kir ku ew dê zêdetir bi Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Alîkariya Koçberan re hevahengiyê bikin ji bo çareserkirina pirsa demdirêj a çawaniya danûstandina bi Sûriyeyê re.

Her wiha Nehammer got, "Em dibînin ku xelk bi îradeya xwe vedigere Sûriyeyê.

Ev jî têr dike ku dersînorkirina ji bo wî welatî hebe yan jî koçber vegerin."

Yek ji xalên di rojeva civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de jî polîtîkaya koçberiyê ye ku di nava welatên endam de bû sedema gelek nîqaşan.

Hinek ji wan welatan daxwaz dikin ku koçberên Rojhilata Navîn û Afrîkayê li derveyî sînorên her 27 welatan bên pêşwazîkirin.