Elon Musk 75 milyon dolar alîkarî daye Trump

Hewlêr (Rûdaw) - Milyarderê Amerîkayî Elon Musk di 3 mehên dawî de 75 milyon dolar bexşand kampanyaya hilbijartinê ya namzedê Komariyan Donald Trump.

Li Amerîkayê roja hilbijartina serokatiyê nêzîk dibe ku dê ku 5ê Çiriya Paşîn a 2024an bê kirin.

Trump dixwaze bi piştevaniya karsazên milyarder, ferqa di navbera xwe û hevrika xwe ya Demokrat Kamala Harrisê de dagire.

Li gorî daneyên rojane yên Komîsyona Hilbijartina Federal (FEC), milyarderê Amerîkayî Elon Musk di serdema mehên tîrmeh-tebax-îlonê de, 75 milyon dolar alîkarî daye kampanyaya hilbijartinê ya Trump.

Elon Musk gelek caran bi awayekî eşkere destnîşan kiriye ku ew piştgiriyê dide Trump û beşdarî mitîngeke wî bûye.

Musk her wiha roleke girîng lîst ku serdema havînê bexşên ji bo Trump zêde bibin.