Gelo ev ling ê kê ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Everestê vedîtina laşekî dîrokî. Dibe ku fîlmçêkeran bermahiyên çiyagerê Brîtanî Andrew Irvinê ku ev 100 sal in winda ye dîtibin.

Andrew Comyn Sandy Irvine bi hevalê xwe George Mallory re 8ê Hezîrana 1924an hewl dabû ku hilkişe Çiyayê Everestê ku 8 hezar û 848 metreyan bilind e û winda bûbûn.

Ji wê demê ve ew winda bûne. Laşê Mallory di sala 1999an de hat dîtin lê çarenivîsa Irvine ne diyar bû.

Meha borî tîmeke çiyageran ku belgefîlmek ji National Geograpicê re digirt rastî boteke parastî ku lingek tê de bû hatin ku bi helîna qeşayê derketibû holê.

Li ser goreyê "A.C. Irvine" hatiye nivîsandin.

Tê bawerkirin ku ev bot a Andrew Comyn "Sandy" Irvine be.

Çiyager beriya ku bimirin gihîştin lûtkeyê?

Spekulasyon heta niha jî berdewam in.

Wekî din, ew bi potansiyel dikare bibe alîkar ku yek ji sirên herî mezin ên çiyageriyê were çareserkirin.

Gelo Irvine û Mallory beriya mirina xwe gihîştin lûtkeya Çiyayê Everstê, 29 sal berî ku Edmund Hillary û Tenzing Norgay bigihîjin lûtkeyê.

Kî pêşî derket lûtketa Everestê?

Edmund Hillary û Tenzing Norgay sala 1953 de gihîştin lûtkeya Çiyayê Everestê.

Lê du kaşif hebûn ku berê wê ceribandibûn: George Mallory (37) û Andrew Irvine (22). Ew sala 1924an di dema sefera xwe ya li Çiyayê Everestê de li bilindahiyên cemedî yên li ser banê cîhanê mirin.

Pirs ew e: Gelo George Mallory û Andrew Irvine berî Edmund Hillary û Tenzing Norgay derketine ser lûtkeya Çiyayê Eversertê?

Julie Summers biraziya Irvine, ji National Geographic re got: "Keşifkirina bermahiyên Irvine dibe ku di dawiyê de çîroka tevahî ya ku çi qewimiye vebêje."

Neviyên Irvine nimûneyên DNAyê pêşkêş kirin da ku bermahiyan teqez nas bikin.

Tê bawerkirin ku makîneyeke wênegiriyê bi Irvine re hebû.

Pispor hêvî dikin ku vedîtina wê karibe sira li dora hilkişîna yekem a gengaz çareser bike.

Wênegir û derhênerê ekîba fîlimê ya National Geographicê Jimmy Chin got ku vedîtina lingê Irvine herî kêm qada lêgerînê ya kameraya winda teng dike.