Tankera petrolê teqiya: 147 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Jigawayê ya Nîjeryayê di encama teqîna tankera petrolê de 147 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsên Eyaleta Jiqaqayê Lawan Adam ragihand ku li ser rêya bajarê Kano-Hadeja yê herêma Majiyayê ya eyaleta Jigawayê tankêreke petrolê ji ber leza zêde ji rê derket û wergeriya.

Adam da zanîn dema ku xelkê herêmê xwestiye sotemeniya di tankerê de vala bike, tanker teqiyaye.

Ajansa Rewşa Bilez a Nîjeryayê (SEMA) ragihand ku di encama teqînê de 147 kes mirine û herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din, li gorî ajansên navneteweyî herî herî kêm 300 kes birîndar bûne.

Serokê herêma Majiyayê Mahmud Sayyadi Ringim da zanîn 147 kesên ku mirinê dê di goreke bikom de bên veşartin.

Her wiha hat ragihandin ku rayedaran li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.