Bilêtên geştên asmanî yên ji Rûsyayê bo derve 30 qat erzan bûn

17-10-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Seferên balafirên ji Rûsyayê bo derveyî welat li gorî dawiya meha Îlonê 30 qat erzantir bûne. Ev agahî ji hêla Komeleya Operatorên Geştan ya Rûsyayê (ATOR) ve hat belavkirin.

Di dawiya meha Îlonê de, ji ber ragihandina seferberiyê li Rûsyayê bihayên rêwîtiya geştên asmanî yekcar zêde bûbûn, bi qasî pênc caran. Piraniya zilamên ji 18 ta 50 salî, da ku neçin şer, berê xwe dabûn derveyî welat û ev yek jî bûbû sedema bihabûna bîletên balafiran. Niha rewş vegeriya asta xwe ya asayî.

Komeleya Operatorên Geştan di 26ê Îlonê û 26ê Cotmehê de buhayên seferên firokeyan weha berewird dike:

-Buhaya sefera ji Moskow heta Erîvanê 26ê Îlonê bo kesekî, bi yek alî 380 hezar rubleyî bû. 26ê Cotmehê, bilêtek ji 13 hezar rubleyan destpê dike. Anku bilêt 30 qat erzan bûye.

- Di dawiya Îlonê de, bilêtek bo kesekî bi yek alî  heta paytexta Ozbekistanê Taşkentê ji 322 hezar rubleyan destpê dikir. Niha sefer 18,6 hezar ruble ye. Û mirov dikare bi 19,6 hezar rubleyî ji Moskowê bifire Alma-Atayê, lê di dawiya Îlonê de bîletek bi 64 hezar bû.

- Bilêtek ta Tiflîsê bi yek veguheztinê ve, niha 22,4 hezar ruble ye, lê 26ê Îlonê bi 179 hezarî bû.

Seferên ber bi Tirkiyeyê jî erzantir bûne.

Mînak, bilêtên Moskow - Stenbol bo kesekî bi yek alî ji 178 hezarî heta 20 hezarî erzan bûne. Mesref hema hema heft carî kêm bûye.

Wekî din, seferên bo Dubay jî erzantir bûne. Sê hefte berê, ji Moskowê mirov karibû  bi 173 000 rubleyan û tenê bi du veguhastinan bifire wî bajarî. Niha bilêta hewayê ta Dubayê 34,7 hezar ruble ye.

Di vê navberê de şaredarê Moskowê ragihand ku roja 17 Cotmehê proseya seferberiyê li Moskowê bidawî hat.

Heftiya borî serokê Rûsyayê ragihandibû ku çalakiyên seferberiyê di maweya du heftiyan de li tevaya Rûsyayê bi dawî bên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst