Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên tazî yên li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê banga lêkolînê kir

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan 92 Koçberên Tazî Yunaistan Tirkiye Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî bûyera tazîkirina 92 koçberên li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê şermezar kir û xwest ku li ser mijarê lêpirsîn bê destpêkirin.

Wezîrê Koç û Penaberiyê yê Yunanistanê Notis Mitarachi wêneyê 92 koçberên tazî belav kir îdia kir ku Tirkiyê ew koçber xistine vê rewşê.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Îsmaîl Çataklî jî bersiva wezîrê Yunanistanê da û got, “Ji ber ku hûn di derbarê Tirkiyê de delîlekî binpêkirina mafên mirovan nabînin, hûn hewl didin ku wêneyê zilma xwe wisa nîşan bidin ku Tirkiyê kiriye!”

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî teqez kir ku rewşa koçberan gelekî xirab e û ragihand, divê lêkolîn li ser wê mijarê bê destpêkirin.

Heta niha çima ew 92 koçber bê cil û berg bûne ne diyar e.

Yunanistanê destnîşan kir ku koçber ji sînorê Tirkiyê bê cil û berg hatine û hinek ji wan jî birîndar bûne.

Hêza Sînorî ya Yekîtiya Ewropayê Frontex ragihand ku ew 92 koçber bi piranî mêrên ji Sûriye û Afganistanê ne.

Wezîrê Berevaniyê Welatiyên Yunanistanê Takis Theodorikakos diyar kir ku koçber bi otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê ber bi sînor ve birine û Tirkiye “koçberiya qaçax wek amûrekê bikar tîne."

Serokê Ragihandinê ya Serokkomariyê Tirkiyê Fahrettîn Altun jî li ser daxuyaniyên Yunanistanê got, “Makîneya nûçeyên derew a Yunanistanê dîsa li ser kar e.”

Altun da zanîn ku Yunanistanê kelûpelên wan ên şexsî biriye û wêneyên koçberên ku dersînor kiriye weşand, ev yek bêrêzî ye.

Altun li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got, “Rayedarên Yunanistanê divê berê hesabê wê bidin ku çawa bi Frontexê hevbeşiya tawanê kirin hîştin pitik li Egeyê bixeniqin, li Merîçê bi kemberan lê koçberan xistin û ew berdane ber sermayê ku bicemidin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî meha borî gotibû ku "li dijî Yunanistanê ku Deryaya Egeyê bike goristan" divê Yekîtiya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst