Serokê Tacîkistanê rexneyeke tund li Pûtîn kir: Wek Yekîtiya Sovyeta berê nêzikî me nebe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tacîkistanê Îmamelî Rehman ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwest ku wek Yekîtiya Sovyeta berê nêzîkî welatên Asyaya Navîn nebe.

Li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne di beşa girtî ya Lûtkeya Asyaya Navîn-Rûsyayê ya ku li Astana ya paytextê Kazaxistanê hat lidarxistin de, Serokkomarê Tacîkistanê Îmamelî Rehman bang li Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir ku nêzîkatiya xwe biguhere.

Rahman di axaftina xwe de gazin ji wê yekê kir ku peywendiyên bi Rûsyayê re ne yeksan in û got, “Em bi hev re bûn şahidê belavbûna Yekîtiya Sovyetan. Me dît ku guh nedidan -wek niha- komarên biçûk, neteweyên biçûk. Kevneşopî û adet li ber çavan nehatin girtin. Ji bo pêşveçûnê piştgirî nehat dayîn.”

Rehman bi bîr xist ku di hevdîtina xwe ya duh a bi Pûtîn re behsa 2 milyon koçberên Tacîk ên ku her sal diçin Rûsyayê kir. Rehman destnîşan kir ku Tacîk ne tenê ji bo kar, ji bo perwerde û tenduristiyê jî diçin Rûsyayê û hejmara giştî ya welatiyên Tacîkistanê yên ku her sal diçin Rûsyayê 2 milyon derbas kiriye.

Rehman diyar kir ku Rûsyayê di sektora xorekê ya ku wan eleqedar dike de bi Asyaya Navîn re bazirganiya xwe bi pêş xistiye lê di vî warî de bi hevkarên xwe re wek hev tevnagere û got, “Min talîmat da Wezareta Derve ku herî kêm di asta wezîran de ji Rûsyayê beşdarî foruma 'bêbext' a ku li Tacîkîstanê hat lidarxistin bibe, ez bi we re jî axivîm lê di asta cîgirê wezîr de beşdarî hebû. Tacîkistana ku hevkarê stratejîk (Rûsya) e, vê yekê heq dike? Em vê nakin, ne wisa?”

Rehman bal kişand ku gelê Tacîkistanê bi hejmara xwe ne zêde ye û ne miletekî 100-200 milyonî ye û anî ziman, “Lê em xwedî dîrok, çand û gelê xwe ne. Em dixwazin rêz li me bê girtin. Em ne feqîr in (welat). Em welatekî ji aliyê çavkaniyên madenê ve dewlemend in. Me her tim rêz li berjewendiyên Rûsya, hevkarê me yê sereke yê stratejîk girtiye. Em dixwazin wek çawa li welatên din tê girtin, rêz li me bê girtin. Hewce nake ku gelek pereyan jî xerc bikin.”

Mazûbanê civînê, Serokê Kazakistanê Qasim Comert Tokayev, gotina hevtayê xwe yê Tacîk birî û jê xwest ku axaftina xwe bi dawî bike. Paşê Rehman berê xwe da Pûtîn û got, “Vladimir Vladimirovic, em ji we daxwaz dikin ku li hember welatên Asyaya Navîn, sîyaseteke wek Yekîtiya Sovyeta berê neyê meşandin. Her welatek xwedî pirsgirêkên taybet, mijar, adet û kevneşopiyan e. Pêdivî ye ku meriv rêyeke zêrîn bibîne, rê û xebat bi her welatekî re cuda be.”