Li welatên Afrîqayê rewşa mirovî gelekî xirab e

17-10-2022
RÛDAW
Li Ethiyopya, Kenya û Somalê herî kêm 18.6 milyon kes bê ewlekariya xwarinê ne.
Li Ethiyopya, Kenya û Somalê herî kêm 18.6 milyon kes bê ewlekariya xwarinê ne.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ethiyopya, Kenya û Somalê herî kêm 18.6 milyon kes bê ewlekariya xwarinê ne û eger heye hejmar bigihe 20 milyon kesan. Ji wan 7 milyon zarok in ku pirsgirêka wan a kêmxwarinê heye, rewşa 2 milyonan ji wan gelekî xirab e.

Herêma Kilifi ye li rojhilatê Kenyayê, ji ber barana kêm û hişkesaliyê êdî keskayî lê nemaye, vê yekê jî wiha kiriye ku xelk sewalên xwe ji dest bidin, nikaribin çandiniyê bikin û di nav birçîbûnê de bijîn.

Dama Kahindi, cotkareke xelka vê navçeyê ye, wek hemû xelkê vê derê nikare cotkariyê bike, lewra neçar bûye karekî din ji xwe re bibîne. 

Dama Kahindi, welatiya ji Kenyayê dibêje, "Cara dawî ku me çandinî kir û berhemê wê rakir berî 5 salan bû.  Em ji neçarî daran dibirin û komirê jê çê dikin, daku debara xwe bikin."

Çavkaniyên avê hemû çikiyan e û xelk diçin ji dûr avê tînin. Ev navendeke tendirustî ya zarokan e, ji ber birçîbûn û hejariyê, roj bi roj hejmareke zêde ya zarokên nexweş tên vir.

Norman Wanyama, pisporê xwarinê dibêje, "Li gor raporên ku dighin me û tişta em dibînin rewş gelekî zehmet e, hejmareke zêde ya zarokan li saziya me hene ku pirsgirêkên wan ên kêmxwarinê hene, ev jî derencama nebûna ewlekariya xwarinê ye ji ber hişkesaliyê."

16ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Xwarinê ye, ev jî di demekê de ye bi milyonan xelk li seranserê cîhanê bê xwarina pêwîst dijîn:

Li gor rêxistinên mirovî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, li Kenyayê jiyana nêzîkî 3.1 milyon kesan di metirsiyê de ye ku xwarina pêwîst bi dest wan nekeve. Herwiha derdora 2 milyon zarok li navçeyên çolistan û gundan dijîn, ji wan nêzîkî 942 hezar ked di bin 5 salî de ne, ligel 135 hezar jinên ducanî pirsgirêka wan a kêmxwarinê heye û pêdiviya wan bi çareseriyeke bilez heye.

Her li gor amarên NY, zêdeyî 1 milyon û nîv serî pez li Kenyayê ji nav çûne.

Herî kêm li Ethiyopya, Kenya û Somalê 18.6 milyon kes bê ewlekariya xwarinê ne û eger heye hejmar bigihe 20 milyon kesan. Ji wan 7 milyon zarok in ku pirsgirêka wan a kêmxwarinê heye, rewşa 2 milyonan ji wan gelekî xirab e.

Herwiha metirsî heye li wan welatan ji ber rewşa xirab 3 milyon zarok ji xwendinê bêpar bimînin.

Li welatên rojhilatê Afrîqayê ji ber şer û pevçûnan sala 2021ê dedora 9.6 milyon kes ji malên xwe derbider bûbûn, herwiha 4.7 milyon kes jî koçberî welatên din bûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst