Pentagon: Dibe ku em pêşkêşkirina perwerdeya leşkerî ji Iraqê re rawestine
Navenda Nûçeyan - Berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîka radigihîne dibe ku welatê wî hizir li rawestandina pêşkêşkirina perwerde û rahênana hêzên Iraqî bike eger hêzên Iraqî li ser êrîşkirina Kurdan berdewam bin.
Ev yek piştî wê yekê tê ku duh 16ê cotmeha 2017an hêzên Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî bi piştevaniya hêzên îranî êrîş kirin ser bajarê Kerkûkê û kontrol kirin.
Berdevkê Pentagonê Kolonêl Rob Manning ragihand, hêzên Amerîka beşdarî operasyona Kerkûkê nekirine û dibêje şêwirmendên Amerîkî li derdora bajarê Kerkûkê bûn ku dema çend mehan e li wê navçeyê bicih bûne bo alîakriya Iraqê di şerê dijî DAIŞê de.
Rob Manning bal kişande ser wê yekê ku fermandeyên Amerîka li Iraqê li gel herdû aliyan kar dikin, hêzên Iraqê û hêzên Kurdistanê da ku diyalog di navbera wan de dirust bibe.
Maning herwiha anî ziman jî, eger hêzên Iraqî êrîşên xwe ranewestînin, dibe ku ew yek bibe sedema ku ew jî perwerde û rahênan Amerîka ji hêzên iraqî re rabigirin.