Di qezayê de 36 kes mirin: Dê Mewlûd pîroz bikira

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Kadunayê ya ku dikeve bakurê Nîjeryayê otobûs û kamyon li hev qelibîn û 36 rêwî mirin.

Otobûsek li herêma Lereyê li kamyona ku ji hember ve dihat qelibî.

Di otobûsê Misilmanên ku ji bo pîrozkirina Qendîla Mewlûdê seyahat dikir hebûn.

Rayedarên eyaletê ragihand, ekîbên tendurisiyê li cihê bûyerê tesbît kir ku 36 rêwî mirine.

Hejmara birîndaran nehatiye eşkerekirin lê tîmên tenduristiyê ew birinê nexweşxaneyan.

Li ser sedema qezayê tê lêkolîn tên kirin.