Amerîka: Em li ser vekişîna ji Îraqê hevdîtinan dikin

8 demjimêr berê
Diyar Kurde
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Matthew Miller Îraq Amerîka Vekişîn Hûsî Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller diyar kir, “Hevdîtinên ji bo vekişîna ji Îraqê berdewam dikin.”

Matthew Miller di kongreya rojnamegeriyê ya rojane de pirsên rojnamegeran bersivandin.

Hikûmeta Îraqê dibêje ku wan û Amerîkayê ji bo hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ji Îraqê vekişin reşnivîsek amade kiriye.

“Gelek caran hat rojevê”

Miller, pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya li ser vekîşana Koalîsyonê wiha bersivand:

“Mijara vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê di navbera her du dewletan de gelek caran hat rojevê.

Hevdîtinên li ser mijarê berdewam dikin.”

Matthew Miller da zanîn ku dema Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî meha nîsanê çûbû Washingtonê jî ev mijar hatiye rojevê û li pey çû:

“Me bi eşkereyî ragihand ku em dê hinek faktorên wekî dem û çawaniya vekişîna Koalîsyonê ya ji Îraqê binirxînin.”

Hemas û Hûsî

Divê were gotin ku Hemasê û Hûsiyan li Bexdaya paytexta Îraqê ofîsên xwe vekirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bal kişand ser hebûna Hemasê û Hûsiyan a li Îraqê û got:

“Em piştgiriyê didin Îraqeke ewle û aram lê hebûna van koman a li Îraqê wê rîskê dihewîne ku Îraqê bikişîne nav pevçûnên kûrtir.

Me ev dilgiraniya xwe rasterast bi Hikûmeta Îraqê re parve kir.

Hemas û Hûsî terorîst in. Eger destûr bê dayîn ku li Îraqê çalakiyên xwe bikin dê ev yek rîska zêdebûna komên çekdar bi xwe re bîne ku hewl didin bi rêya tundiyê derbekê li serwerî û armancên aborî yên Îraqê bixin.”

Matthew Miller da zanîn, helwesta wan a li hemberî vekirina ofîsên van koman gelekî zelal e û li pey çû:

“Ez naxwazim li ser Hikûmeta Îraqê şîroveyên zêdetir bikim. Em ji Bexdayê wê hêviyên dikin da her kesê ku hêzên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef berpirsiyar bîbine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst