LEHIYA DERNEYÊ - 11 hezar û 300 kes mirin, 10 hezar kes winda ne

17-09-2023
Nîşan Lehî Derne Lîbya Mirî Windabûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Derneyê yê Lîbyayê ji ber lehiyê, 11 hezar û 300 kes mirin. Herî kêm 10 hezar kes winda ne.

Ofîsa Kordînasyonê ya Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) daxuyand, li Derneya ku lehî lê rabûbû 11 hezar û 300 kes mirin, herî kêm ji 10 hezar kes winda ne.

“11 hezar û 300 kes mirine”

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya OCHAyê, di lehiya li rojhilatê Lîbyayê de herî zêde bajarê Derneyê xerab bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Li Derneyê heta niha 11 hezar û 300 kes mirine, 10 hezar û 100 kes jî hîn winda ne."

Herwiha hat daxuyandin ku li herêmên din ên rojhilatê Lîbyayê jî di lehiyê de herî kêm 170 kes mirin.

Rayedarekî ji Heyva Sor a Lîbyayê jî daxuyanî da nûçegihanan û got ku li rojhilatê welêt hejmara kesên ku di lehiyê de mirine bi ser 10 hezaran ketiye.

Heman rayedarî amaje pê kir ku dê ev hejmar zêdetir bibe.

Rayedar diyar kir ku ekîbên herêmî û navneteweyî xebatan didomînin.

Li aliyê din, hejmara kesên ku ji cî û warên xwe bûne derketiye hezaran û piraniya wan li dibistanan hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst