Bazara Çînê: Masiyên Rûsyayê dê cihê masiyên Japonyayê bigirin

17-09-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Bazara Çînê: Masiyên Rûsyayê dê cihê masiyên Japonyayê bigirin
Bazara Çînê: Masiyên Rûsyayê dê cihê masiyên Japonyayê bigirin
Nîşan Rûsya Masî Çîn
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Rûsya plan dike ku masiyên ku ji Çînê re dişîne zêdetir bike.

Rûsya bi vî awayî dikare di bazara Çînê de cihê Japonyayê bigire.

Ji ber pirsgirêka Santrala Nukleerî ya Fukuşîmayê, Pekînê hawirdeya masiyan a ji Japonyayê qedexe kiriye.

Nêzîkî 900 kompanyayên Rûsî xwedî destûr in ku berhemên deryayê hinardeyî Çînê bikin û hikûmet hêvî dike ku ev hejmar dê zêde bibe.

Serokê Yekîtiya Berhemhêner û Hinardekarên Berhemên Deryayî yê Rûsyayê German Zverev got:

“Rûsya di nava 10 hinardekarên masiyan ên herî mezin de cih digire û hejmara welatên ku em masiyan hinarde dikin, ji bilî Çîne bi dehan in.

Em plan dikin ku qebareya hinardeyê bi diravî zêde bikin.

Em qebareya masiyan bi tonan zêde nakin, em dixwazim qebareya firotinê an ku berhemên bi bihaya xwe giran, zêde bikin.

Erka me ya sereke ev e. Em naxwazin zêdetir masiyên cemidandî û nepaqijkirî bifiroşin derve.”

Li aliyê din, bê guman zêdebûna hinardekirinê dikare bandorê li bazara navxweyî jî bike.

Masî bi qasî 15,09 rubleyan biha bûne

Li gorî statîstîkên fermî, ji sala 2022yan heta niha, bihayê masiyan bi qasî 15,09 rubleyan zêde bûye.

Di salekê de rêjeya mezinbûna enflasyonê di bazara masiyan de gihîştiye ji sedî 7,63yan.

Rêveberê bazarê Pavel Aleksandrovic anî ziman:

“Masî bi rastî jî li dikan û bazaran kêm bûne û giran bûne.

Bê guman, em masiyan dikirin lê eger masî gelekî were hinardekirin, dê girantir bibe.”

Li Rûsyayê qebareya hemû hinarde û hawirdeya berhemên deryayî ji 6 milyar dolaran zêdetir e û pişka hinardeyê jî tê de ji sedî 75 e.

Qebareya hinardekirina berhemên deryayî bi qasî 1,3 milyon ton ango bi qasî 4,4 milyar dolaran e.

Rûsya nêzîkî ji sedî 80yê ji hemû berhemên deryayî hinardeyî Çînê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst