‘Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî li ser bihêzkirina peywendiyan rêkeftin’

17-09-2021
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Boris Johnson Brîtanya Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand, “Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî li ser bihêzkirina peywendiyên Şahnişîna Yekgirtî li gel gelê Kurd, rêkeftin.”

Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê jî derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Londonê de daxuyaniyek belav kir.

Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê di daxuyaniya diyar kir, “Serokwezîr Boris Johnson îro li Downing Street pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kir.”

Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê dibêje, “Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina peywendiyên Şahnişîna Yekgirtî li gel gelê Kurd û tevahiya Iraqê.”

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê de tê gotin, “Peywendiyên me kûr û dîrokî ne û herdu serkirdeyan rijdbûna xwe bo pêşxistina peywendiyan dûpat kir, bi taybetî di warên bazirganî û veberhênanê de.”

Ofîsa Boris Johnson dibêje, “Serokwerîzê Brîtanya û Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa niha ya Efxanistanê kirin û tekezî li wê kirin ku nabe rê bê dayîn ti gefeke din a terorîstî ji wî welatî ve serî hilbide.”

Herwiha Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê dibêje, “Boris Johnson û Nêçîrvan Barzanî behsa hinek pirsên herêmî kirin, ji wan jî Îran û Serokwezîrê Brîtanyayê pêwîst dît ku Îran vegere pabendbûnên xwe yên bi rêkeftina etomî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst