Pompeo bo Kerry: Rêkevtina etomî şikist xwariye, dest jê berde

17-09-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Mike Pompeo John Kerry Rêkevtina etomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo bersiva wezîrê derve yê wî welatî yê berê John Kerry dide û dibêje, “rêkevtina etomî şikist xwariye û dest jê berde.”

 

Mike Pompeo bo cara duyem derbarê civînên John Kerry ên li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, “berovajî wî tiştê ku nîşanî xelkê Amerîka hat dayîn, rêkevtina etomî hemû rêyên Îranê yên ji bo çêkirina çekên etomî negirtin.”

 

Pompeo dibêje: Karek ku John Kerry bi serederiya li gel rejîma Îranê, mezintirîn dewleta piştevanê terorîsmê li cîhanê, encam daye, karekî kirêt, bêmînak û negucaw li gel siyaseta derve ya Amerîkayê ye.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert jî di wê derbarê de ragihand, “baştirîn rênimayiya ku John Kerry dikare bide Îranê, ev e ku ji wan re bêje dest ji piştevaniya grûpên terorîstî li cîhanê berde.”

 

John Kerry ragihandiye, tevî ku ew ji wezareta derve çûye, lê di wan du salên dawiyê de li gel wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyaye.

 

Hevdîtinên wezîrê derve yê Amerîka yê berê rastî nerazîbûna Donald Turmp serokê Amerîkayê jî hatiye, lê Kerry dibêje, ku wî karekî berovajiyê nerîta siyasî encam nedaye. Trump diyar kiriye, ku hevdîtinên Kerry bi Zerîf re “neyasayî” bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst