Li ser sînorê Polonya û Belarûsê termên koçberên winda hatin dîtin

Dusseldorf (Rûdaw) - Çîroka windabûna koçberên ku bi rêyê qaçax derbasî Ewropayê bibin di van salên dawî de yek ji çîrokên herî trajîk û hestyar ên gelê Kurdistanê ye.

Li Polonyayê termên hin koçberên ku li ser sînorê Polonya û Belarûsê winda bûbûn hatin dîtin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Polonyayê Ziyad Reûf bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û li ser mijarê zanyarî dan.

Ziyad Reûf diyar kir ku çend roj berê termê ciwanekî hatiye dîtin.

Ziyad Reûf ragihand ku guman tê kirin ku ew Kurd be, temenê wî di navbera 28 - 35 salî de ye, dirêjiya wî bi qasî 180 santîmetreyî ye û bi berçavk bûye.

Herwiha Reûf got ku çavên wî yên qehweyî û pora wî reş bûye.

Polîs ji kesên ku wî nas dike daxwaz dike ku agahiya wan pê bixin da ku termê wî radestî malbata wî bikin.

Ziyad Reûf anî ziman ku malbatên ku di sala dawî de xizmên wan di rêya koçberiyê de winda bûne dikarin bi wan re têkilî daynin.