Almanya - Li hemberî koçberan êriş kêm bûne, gotin zêde bûne

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê tevî bihêzbûna rastgirên tundrew û dijberiya li hemberî koçberan, êrişên li hemberî koçberan li gorî salên borî kêm bûne.

Li Almanya û Ewropayê û heta li Amerîkayê nerazîbûna li hemberî koçberan her ku diçe zêde dibe û partiyên siyasî jî bi gotinên li dijî koçberan dengên xwe zêde dikin.

Tevî zêdebûna axaftinên li hemberî koçberan, polîsê Alman dibêje îsal êrişên li hemberî koçberan li gorî salên borî kêm bûne.

Di nîvê yekem a îsal de 519 dosyeyên êrişên li dijî koçberan bi awayekî fermî hatin tomarkirin.

Di şeş mehên destpêkê yên sala borî de hezar û 155 êriş li ser koçberan hatine tomarkirin û di tevahiya salê de 2 hezar û 450 êriş hatine tomarkirin.

Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku êrîşên li dijî koçberan li eyaletên Thuringen an jî Bayernê ku dê di demeke nêz de hilbijartinên herêmî bên kirin zêdetir in.

Lê li cihên wekî Berlîn, Hamburg û Bremenê rêjeya êrişan kêmtir e.