Yunanê lêgerîna li pey koçberên winda rawestand

17-08-2022
Zinar Şîno
Roja 10ê Tebaxa 2022an boteke koçberan li sînorê deryayî yê Yunanê binav bû ku zêdeyî 90 kesan têde bûn û tenê 29 kes jê hatine rizgarkirin.
Roja 10ê Tebaxa 2022an boteke koçberan li sînorê deryayî yê Yunanê binav bû ku zêdeyî 90 kesan têde bûn û tenê 29 kes jê hatine rizgarkirin.
Nîşan Yunan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Yunanê lêgerîna li pey windayên bota nuqmbûyî ya koçberan ku di 10ê Tebaxê de nuqmî deryayê bûbû û tenê 29 kes jê rizgar bûbûn, da rawestandin.

Girava Kors a Yunanê ku dikeve bermaberê girava Bodrum a Tirkiyê, cihekî dilxwaz ê geştyaran û koçberan e ku gelek caran beşek ji koçberan hewl didin ji wê derê ve xwe bigihînin welatên Ewropayê.

Berî kêmtir ji salekê kampeke girtî li Yunanê ku weke girtîgehekê ye, ji aliyê berpirsên Yunanî û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hatiye vekirin, her koçberek ku derbasî wê kampê bibe, piştî wergirtina çend tedbîrên tund, dikare ji kampê derkeve.

Hikûmeta Yunanê ku ji sala 2019an ve li wî welatî li ser desthilatê ye, siyaseteke tund li hember koçberan cîbicî dike û ew siyaseta Athinayê rastî rexneyên Yekîtiya Ewropayê hatiye.

Yek ji siyasetên hikûmeta Yunanê ew bûye ku koçberan li giravên Yunanê nehêle, lewra jî li girava Kors kampeke mezin bo koçberan hatiye vekirin

Wezîrê Koç û Koçberan a Yunanê, Nikos Mitrakis dibêje, “Me îro kampa xwe ya nû li Leroş û Kors vekir. Ew kampana cihên jiyanê bo penaxwazên Yekîtiya Ewropayê dabîn dikin. Herwiha ewlehî û parastîbûnê ji bo penaxwazan û stafan re dabîn dike.”

27 koçberên bûyera 10ê Tebaxê ya binavbûna bota koçberan niha li wê kampê hatine bicihkirin. Rayedarên Yunanê ragihandine, ew 27 kes xelkên Iraq, Efxanistan û Îranê ne.

Li gor raporteke 129 rûpelî ku aşkere bûye, hêza hevbeş a parastina Yekîtiya Ewropayê di rêgirtina li ber koçberan de beşdar e daku nekarin xwe bigihînin welatên wê yekîtiyê.

Her li gor heman raportê, di 7 mehên îsal de 155 hezar û 90 kes bi awayekî neqanûnî derbasî nav axa Yekîtiya Ewropayê bûne ku %86 ji sala 2021an zêdetir e. Herwiha li gor raportê, li deryaya Egeyê û sînorê rojhilatê deryaya Spî 22 hezar û 601 caran sînorê Yekîtiya Ewropayê hatiye binpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst