Ned Price bo Rûdawê: Nakokiyên Bexda û Hewlêrê zirarê didin berjewendiyên me yên hevbeş

17-08-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
Ned Price dibêje rola me hebe ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bêne çareserkirin
Ned Price dibêje rola me hebe ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bêne çareserkirin
Nîşan Amerîka Herêma Kurdistanê Iraq Ned Price
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir ku ew dikarin ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi awayekî bi bandor ji bo handana her du aliyan rola xwe bilîzin û got: “Her nakokiyek di navbera Bexda û Hewlêrê de potansiyela wê heye ku zirarê bide berjenwendiyên me hevbeşî yên bi gelê Iraqê û gelê Kurd re.

Duşema borî Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê daxwaz ji Wezareta Derve kiribû ku “li ser asta herî bilind” ligel her du aliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bicive û pirsa petrol û gaza Kurdistanê çareser bike, ku bûye sedema pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ji Demokratan Bob Menendez û ji Komarîxwazan James Reich, di nameyekê ku bo Wezareta Derve ya Amerîkayê nivîsandine de dibêjin ku kompaniyên Amerîkî alîkariya aramiya aborî û serxwebûna enerjiyê ya Iraqê kirine, lê biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê, kompaniyên Amerîkî xistiye metirsiyê û Wezareta Petrola Iraqê jî ew şîrket bi cezayan kirin hedef.

Dezgeha Pêşxistina Darayî ya Navdewletî li Amerîka (DFC), zêdetirî 300 milyon dolar kredî ji bo kompaniyên Amerîkî yên ku di sektora enerjiyê de li Herêma Kurdistanê kar dikin dabîn kir. DFC di heman demê de bi qasî 250 mîlyon dolar razemenî li zeviya Kor Mor kiriye, ku di van demên dawî de rastî gelek êrîşên mûşekan hat.

Di nameyê de, senatorên Amerîkî dilgiraniya xwe jî derbarê êrişên mûşekî yên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê anîne ziman û gotine: “Çalakiyên Dadgeha Federalî ya Iraqê û êrîşên Îran piştgirîya wan dike, bandoreke neyînî li ser weberhênanên biyanî û azadbûna Iraqê ji girêdayîbûna bi enerjiya Îranê dike. "

Peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê Roj Elî Zale li ser vê nameyê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çend pirs ji Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price kir:

Rûdaw: Ez dixwazim behsa nameya Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê bikim. Daxwaz ji wezîrê derve tê kirin ku bilez bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bike daku ji bo çareserkirina kêşeyên neft û gazê diyalogê bikin. Ma hûn jî heman tiştê pêwîst dibînin? Çi heye rê li ber we digire ku hûn bi van her du hukûmetan re têkildar bin?

Ned Price: Ew desthilatdara min nîne ku li ser ti nameyên Kongreyê biaxivim. Ev ji ber yasayên ku me hene ye. Lê em alîyan han didin ku riyekê bibînin ku piştîvaniyê ji weberhênana niha û dahatî jî bike. Berjewendiyên xelkê Iraqê pêşve bibe, di nav de berjewendiyên Herêma Kurdistanê jî. Ji bo pirsa we; Em diyaloga fermî û nefermî bi hikûmeta Iraqê re didomînin da ku bazirganiya dualî zêde û şefafiyê zêde bikin, li dijî gendeliyê bisekinin, reformên aborî pêş bixin, û rêyên karsaziyê ji bo kompaniyên Amerîkî vekin. Û bi wê piştgiriyê, kompaniyên Amerîkî di rîkberiya ji bo peymanên çandiniyê, enerjî î yên hewavanî serkeftî bûn. Ji ber vê yekê em bi hikûmeta navendî ya Bexdayê re di nava têkiliyê de ne. Herwiha em ligel hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê jî di peywendiyê de ne.

Rûdaw: Em vegerin ser nameyê; Li wir tekezî li ser wê yekê tê kirin ku ji ber vê nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de berjewendî yan weberhênanên kompaniyên Amerîkî jî dikeve metirsiyê. Derket holê ku tevlîbûna we heta niha di çareserkirina van nakokiyan de zêde alîkarî nekiriye. Di derbarê weberhênana zêdetirî 300 mîlyon dolarî di sektora enerjiyê de hûn xwediyê heman nîgeraniyênin?

Ned Pîrîce: Her nakokî di navbera Bexda û Hewlêrê de tenê dê bibe nakokiyek di navbera her du aliyan de. Bê guman, em dikarin di pêşxistina diyalogê de, hikûmeta navendî ya Iraqê û rayedarên Hikûmeta Kurdistanê han bidin ku nakokiyan bi awayekî avaker û bi bandor çareser bikin û me hewl da ku em vê yekê bikin. Di mijara Iraqê de çendîn berjewendiyên me hene. Her nakokiyek di navbera Hewlêr û Bexda de, şiyana vê yekê heye ku ziyanê bigehêne wan berjewendiyan, ku hendek caran berjewendiyên hevbeş in li gel xelkê Iraqê û gelê Kurd jî. Lewma em hêvî dikin ku ew nakokî bêne çareserkirin.

Rûdaw: Pirseke min a din jî heye; Di nameyê de senatorên navborî nivîsandine ku Wezareta Petrola Iraqê biryara dawî ya Dadgeha Federalî weke hincet nîşan didin ev jî dibe sedem ku kompaniyê Amerîkî rûbirûyê sizayan bibin. Tu ligel vê yekê yî?

Ned Price: Ez ne di wê rewşê de me ku van îdiayan piştrast bikim, lê em dixwazin li seranserê cîhanê û helbet li Iraqê jî qada çalakiyê, pêşbaziyê ji bo kompaniyê Amerîkî jî wekhev bin. Baweriya me bi rîkeberiyê heye, lê em di wê baweriyê de ne ku divê rîkeberî li ser zemîneke adil, di çarçoveya yasa û rêbazan de pêk were. Dema ku em dibînin ku ev ne wusa ye, em hewl didin ku wê sererast bikin.

Rûdaw: Ez dixwazim vê pirpirsim, hûn Iraqê ji bo kompanyayên Amerîkî weke qadeke dadmend û wekhev dibînin?

Ned Price: Dîsa dubar dikim; Komapaniyên Amerîkî di rewşek de ne ku dikarin peymanên bi mîlyaran dolar qezenc bikin. Em bi hevkarên xwe yên Iraqî re, bi hevkarên xwe yên Kurd re kar dikin ji bo ku ev navçe dadmend be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst