Jeo Biden: Min dostayetiyeke baş li gel Kurdan heye

17-08-2020
RÛDAW
Partiya Demokrat a Amerîkayê kongreya xwe ya niştimanî saz dike
Partiya Demokrat a Amerîkayê kongreya xwe ya niştimanî saz dike
Nîşan Jeo Biden Hilbijartinên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yê Partiya Demokrat Joe Biden ku gelek caran serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye, ragihand ku dostetiya wî ligel Kurdan baş e.

Ji îro heya 20ê vê mehê Partiya Demokrat a Amerîkayê kongreya xwe ya niştimanî lidar dixe û têde bi fermî baweriyê dide berbijêrên xwe ji bo postên Serok û cîgirê Serokê Amerîka bo hilbijartina serokatiya wî welatî  ya Mijdara bê.

Ev jî di demekê de ye ku ji aliyê navendên cuda yê Amerîkayê ve 5 rapirsî hatine kirin û encamên tevan jî diyar dikin ku Joe Biden, gelekî li pêşiya Trump e di hilbijartinên serokatiyê de.

Jeo Biden, ew berbijêrê ku gelek caran xwe weke dostê Kurdan nîşan daye, li dijî operasyonên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê rawestiyaye, di demên zehmet de jî, derbirrîna piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Berbijêrê Demokratan bo Serokatiya Amerîkayê Joe Biden dibêje: “Ji her kesî bêhtir ez ligel Kurdan bûm, ji ber ku gelek caran çûme wê derê. Em çi dikin?! Çend hezar leşkerên me yên Amerîkî rahênanê bi Ereb û Kurdan dikin, ku bi rastî wan girtiye ser DAIŞ û xîlafeta wê têk şikandiye. Wan deh hezar jin û mêr jidest dan û DAIŞ têk bir, çekdarên DAIŞê bi dîl girtin, êdî Trump jî, bi berevajî şêwira fermandeyên xwe, çû rêkeftin ligel Erdogan kir, ku takrewek e li niştimenkî demokrat.”

Di pênc rapirsiyan de, ku ji aliyê navendên cuda, li Amerîkayê hatine encamdan, hemû nîşanê bi wê yekê didin, ku Joe Biden, di hilbijartina Serokatiyê ya Mijdara bê de, ji Trump dibe.

Nerîna Biden derbarê hebûna Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê, gelekî ji nerîna Trump cuda ye.

Berbijêrê Demokratan naxwaze Waşinton piştê bide şervanan û dema, di Cotmeha borî de, Amerîka hêza xwe ji beşekî ji Rojavayê Kurdistanê vekişand û wê yekê jî wiha kir ku Tirkiye operasyona leşkerî encam bide,

Biden rexneya tund li Trump kir û got: “Min leşkerên xwe venekişandine û ew leşkerên din jî, ji Iraqê venekişandine, ku niha di qonaxa vekişandinê de ne. Ji aliyê hêzên ser bi Esed ve, teqe li leşkerên me tê kirin. Serokê Amerîkayê jî dibêje, eger ew DAIŞî ji girtîgehan birevin, tenê diçine Ewropayê û bandorê li me nakin. Ev yek jî, şermezartirîn tişt e ku serkirdeyekî di dîrokeke hevçerx de, ji aliyê siyaseta derve ve, kiribe.”

Hevdem Kamala Harîs, bijardeya Biden ji bo posta cîgirê serokê Amerîkayê, rexnegireke tund a siyasetên Donald Trump e, û dema ku Artêşa Amerîkayê, di Cotmeha borî de, ji beşekî ji Rojavayê Kurdistanê vekişiya, di twittekê de nivîsî “Donald Trump Kurd li Sûriyê firotin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst