Li Barcelonayê bi wesayît û bi çekan êriş: Kuştî û birîndar hene

Barcelona (Rûdaw) - Li Îspanyayê bajarê Barcelonayê li ser cadeya La Rambla kesekî wesayîta xwe bi ser welatiyan de ajot. Hat ragihandin ku 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 35 kes jî birîndar bûne.

 

Polîsê Barcelonayê diyar kir, ku êriş bûyereke terorîstî ye. Medyaya Îspanyayê aşkere kir, ku di bûyerê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Polîsê Barcelonayê destnîşan kir ku 35 birîndar hene û ji wan rewşa 10 birîndaran giran e.

 

Li cihê bûyerê rawestgehên metro û trênê hatin girtin. Hat ragihandin ku bûyer li nêzîkî xwaringeha koşer a 'Maccabi' qewimiye.

 

Hat diyarkirin ku ajovanê wesayîtê ji cihê bûyerê reviyaye.

 

Polîsê Barcelonayê aşkere kir, ku ji bo desteserkirina êrişkar dest bi lêgerînê kirine.

 

Herwiha li gor ajansa nûçeyan a Reutersê, du çekdar jî ketine nav xwaringehekê û gule reşandine ser welatiyan.

 

Li gor zanyariyan 13 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

 

Piştî dorpêçkirina derdorê, polîsan di nav barekê de bi tohmeta êrişê gumanbarek desteser kir.

 

Polîsê Îspanyayê aşkere kir, ku ev êriş bûyereke terorîstî ye.