VÎDEO - Putîn bû pîlot û firoke ajot

Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsya Vladmiri Putîn ku bi karên xwe yên balkêş navdar e, vê carê xwe bi firokeyê cerdiband û bû pîlotê firokeya Topolof 160 û geştek li esmanê kir.

 

Putîn bi akrên xwe yên ecêb û balkêş, xwe tevlî her karî dike, carna di nava lîstkên ser berfê li bajarê Suçî û carna jî bi cilên werzişa taykwandoyê derdikeve.

 

Lê vê carê Putîn bi vê yekê jî neskinî û dixwaze serî li esman jî bide û bi ser ewran bikeve û asoyên cîhanê bibîne, lewra ew suwarî firokeya ji corê Topolof 160 bû, ku yeke ji firokeyên herî bihêz û stratejîk e ku dikare gelekî dûr bifire.

 

Putîn bi hekîkopterekê reng spî dakete firokexaneyê û bo destpêkirina geşta xwe ya bi firokeyê dest bi karên rotîn ên pêwsît kir.

 

Li firokexaneyê, pizîşkê taybet pişkinînek bo xwîna Putîn kir û piştre forma berpirsyarbûnê bi wî da îmzakirin.

 

Putîn bi wê yekê berheviya xwe bo destpêkirina geşta xwe ya esmanî pêk anî.

 

Di vê raportê de zanyariyên zêdetir bibînin û bibihîsin.