Komîteya Peymana Lozan û Tora Ciwanên Kurdistanê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Oberhausen ê Almanyayê, Komîteya Peymana Lozanê û Tora Ciwanên Kurdistanê konferanseke rojnamevanî lidarxistin û tê de çalakiyên xwe ji bo sedsaliya peymana Lozanê ragihandin.

Komîteya Peymana Lozanê û Tora Ciwanên Kurdistanî çalakiyên xwe ji bo sedsaliya peymana Lozanê ragihandin.

Endamê Komîteya Peymana Lozanê Xorşîd Êlêwî ji Rûdawê re got ku Tora Ciwanên Kurdistanê û Komîteya Peymanê wê herdu rojên 21 û 22 vê meha 7an çalakiyên xwe li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cinêvê yê Swîsrerê bikin.

Êlêwî da zanîn ku roja 21ê Tîrmehê dê li pêşiya Komîteya Mafên Mirovan a li Cenêvê bê mîtîngek kirin û roja 22yê Tîrmehê demjimêr 14:00an de jî dê li pêş avahiya Netewên Yekbûyî ya li Cenêvê mîtîngeke protestokirina Peymana Lozanê bê lidarxistin.