20 koçberên ji Efrînê di navbera Yunanistan û Tirkiyê de asê mane

Hewlêr (Rûdaw) - 4 roj in 20 koçberên ji Efrînê di navbera Yunanistan û Tirkiyê de asê mane, niha bê xwarin û av mane û bi Rûdawê daxwaza alîkariyê dikin.

Li gorî dîmenên ku wan koçberan ji bo Rûdawê şandine, rewşa wan gelekî xirab be.

Ew 20 koçber ji Êzdiyên Efrînê ne, ji bajarê Edirnê yê Tirkiyê xwestine biçin Yunaistanê ji bo ku ji wir jî biçin Almanyayê.

Niha di giraveke Çemê Merîç de perîşan bûne, ne dikarin vegerin ne jî dikarin derbasî Yunanistanê bibin.

Beşek ji wan koçberan ji Rûdawê re axivîn û dibêjin, di rewşeke gelek dijwar de ne û av û xwarin li cem wan nemane û zarok jî li cem wan hene.

Koçberek dibêje: “Em xelkê Efrînê ne û em Êzidî ne, em ji Yunanistanê daxwaza alîkariyê dikin, zarok bi me re hene. Zarokên me tî û birçî ne.”