Biden: Amerîka dê li Rojhilata Navîn bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ceddeyê Şazadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokê Amerîkayê Joe Biden li kêleka hev bi serkirdeyên welatên Kendavê yên wek Iraq, Urdin û Misirê wêneyê malbatî girtin. Piştre ligel şandeyên xwe li derdora maseyekê civiyan û Lûtkeya Ceddeyê bi xwendina çend ayetên Quranê dest pê kir. Joe Biden got, “Amerika dê li Rojhilata Navîn bimîne.”

Serokê Amerikayê Joe Biden di demekê de serdana Rojhilata Navîn kiriye ku artêşa wî welatî ti erkekî şerkirinê li navçeyê nîne.

Biden ji serkirdeyên navçeyê re got, Amerîka ji bo ti hêzeke din ji Rojhilata Navîn dernakeve û ji bo “avakirina siberojeke ronî” wê li navçeyê bimîne.

Joe Biden got, “Di demeke ku cîhan zêdetir rastî hevrikiyê tê û astengiyên ku em rûbirûyê wan tên dijwartir dibin, ji min re zêdetir diyar dibe ku çawa berjewendiyên Amerîkayê bi serkeftinên Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Em ê dûr neçin û ti valahiyekê nehêlin ku Çîn, Rûsya an jî Îran tijî bike.”

Danûstandinên li Ceddeyê bi rêkeftina girêdana elektrîka Iraqê bi kendavê ve hat encamdan.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji beşdarên civînê re diyar kir, Bexda amade ye hemahengî û zêdetir nêzîkî welatên navçeyê bibe û hewl dide wek pireka peywendiyan rol bibîne.

Mistefa Kazimî anî ziman, “Iraq hewl dide li rojhilata navîn derdoreke diyalogê pêş bixe û di wê baweriyê de ye ku hevkariya aborî û hevahengiya ewlehiyê ya di navbera hemû birayên me yên herêmê de, rasterast dikeve xizmeta berjewendiyên gelê me û hemû gelên navçeyê.”

Ew welatên ku li dora vê mêzeyê bi Joe Biden re civiyane ji %39 yedekên nefta cîhanê di destê wan de ye, di vê demê de ji ber enflasyon û bilindbûna nirxan li nav Amerikayê, Washington çaverê dike ev welat sotemeniyê zêdetir bixin bazarê.

Serokê Amerikayê teqez kir ku divê welat li ser bilindkirina asta berhemanînê sozên xwe nîşan dane. Ev yek jî wê dema pêş de nirxan daxîne û guşara ser rêveberiya Joe Biden li nav Amerîkayê kêm bike.