Pêşbaziya bazirganî û veberhênanê ya Çîn û Amerîkayê li Rojhilata Navîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê di Lûtkeya Ceddeyê de diyar kir dê Amerîka li Rojhilata Navîn bimîne û ti valatiyekê ji bo Çîn, Rûsya û Îranê nahêle ku ew tijî bikin. Çîn jî dibêje Rojhilata Navîn hewşa ti welatekî nîne û ew ji bo Amerîkayê vala nakin û di dema ku Amerîka li navçeyê çalaktir bibe ew dê li kursiya dawî rûnenên û nebin temaşevan.

Di çar rojên borî de, piştî pênc salan Serokê Amerîkayê Joe Biden yekem car hate Rojhilata Navîn.

Joe Biden bûye yekemîn serokê Amerîkayê ku piştî bûyera 11ê Îlona 2001an serdana Rojhilata Navîn dike ku di demekê de ye Artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn ti erkekî şerkirinê nîne.

Artêşa Amerîkayê par li ji Efxanistanê vekişiyabû û li Iraqê jî destpêka îsal erka serbazên Amerîkayê ji şerkirinê guherî bo şêwirmendî û rahênanan.

Di heman demê de Çîn mijûl bû ku bikeve nav Rojhilata Navîn lê ne bi leşkerî, bi rêya bazirganiyê û veberanînê.

Lêkolîna Enstîtuya Îstîxbarata Jeopolîtîk ku di Ewropayê de xwedî cihekî bingehîn e, nîşan dide ku Çînê di çarçoveya însiyatîfa 'yek kember û rêyek' de bi mîlyaran dolar veberanîn li welatên Erebî kiriye ku Iraq jî di nav de ye.

Amarên Lêkolîna Enstîtuya Îstîxbarata Jeopolîtîk wiha ne:

“Di sala 2021an de qebareya bazirganiya di navbera Çîn û welatên Erebî de 330 mîlyar dolar bûye.

Tenê ligel Îmarat û Siûdiyê danûstandina bazirganiya Çînê 200 milyar dolar bûye.

Ev du hejmarên ku em behs dikin, tenê bazirganiyê di nav xwe de dihewîne.”

Bi giştî 21 welatên Erebî yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ketin projeya "Yek Kember û Rêyek" a Çînê ku bi trîlyonan dolar e û Pekîn dixwaze bi rêya wê kelûpelan bigihîne bazarên herêmê, Ewropa û Efrîqayê.

GIS ku têkildarî veberanîna Çînê ya li herêmê ye dibêje, Çînê heta sala 2019an bi bihayê 177 mîlyar dolarên Amerîkî li sînorên Kendavê û binesaziya wê razemenî kiriye. Ev yek jî di çarçoveya destpêşxeriya "Yek Kember û Rêyekê" ye.

Tenê li Iraqê di sala 2021an de Çînê di projeyên petrol û gazê yên Iraqê de 10,5 milyar dolar veberanîn kiriye ku Iraq piştî Erebîstana Siûdî û Rûsyayê sêyemîn mezintirîn hinardekarê nefta Çînê ye.

Îsal hevkariya dîplomatîk a welatên Erebî  bo Çînê qelebalix bû. Peymangeha GIS dibêje “Wiha xuya dikir ku dê Amerika dest ji Rojhilata Navîn berda.”

Di Çileya îsal de wezîrên derve yên ji çar welatên Kendavê yên wek Behrên, Kûweyt, Uman û Erebîstana Siûdî serdana Pekînê kirin.

Di vê mehê de, Çînê biryarnameyeke têgihînê bi hikûmeta Sûrîyê re îmze kir da ku welat bikeve nav projeya "Yek Kember û Rêyek". Pekîn soz da Şamê ku kompanyayan bixebitîne da ku rêyan nû bikin û bendavan li Sûriyê ava bikin û ev yek jî bû sedema hêrsa Amerîkayê û ragihand ku ew beşdarî jinûveavakirina Sûriyê nabe heta ku Beşar Esed li ser desthilatê bimîne.

Misir, ew welatê ku ji bo lûtkeya Amerika û Kendavê hatiye vexwendin û welatekî din ê Ereb e ku rêya nû ya hewrîşim ya Çîn tê re derbas dibe.

Di sala 2018an de Pekîn û Qahîreyê bi bihayê 18 milyar dolar hejmareke girêbestên veberanînê îmze kirin ku çend projeyan li xwe digire û di nava wan de avakirina civakeke mezin a pêşxistina aborî û teknolojiyê di nav herêma aborî ya Kanala Siwêd a li Eyn Sûxne de.

Îmarat jî di nava 10 salên dawî de hewl dide benderên xwe berfireh bike da ku bo ligel destpêşxeriya "Yek Kember û Rêyekê" ligel Çînê bigunce.